Polîtîk

YPG mil bi milê me şer dike

Wezîrê Ragihandina Sûriyê Omran Zubhî behsa hemahengiya di navbera wan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de kir û ragihand, YPGê mil bi mi ligel Aertêşa Erebî ya Sûrî şerê terorê dikin.

Omran Zuhbî di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de balkişand li ser şerê li dijî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îsalamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) û ragihand ku “Rûbirûbûna terorê erkê hemû welatiyekî ye.”

Li ser hebûna hemahengî û alîkariyê di navbera hikûmeta Sûriyê de û YPG, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, Zuhbî wiha got: “Birayên sûrî yên Kurd li Cezîrê, birayê me ne û beşekin ji gelê me, her wek erkê hemû kurd û erebekî, erk li ser milê wane ku rûbirûyê terorê bibin, erkê parastina gel, parastina rûmetê û erkê parastina mal û milkê gel li ser milê wane.”

Herwiha wezîrê ragihandina Sûriyê tekez li ser rola hevbeş ya YPG û artêşa hikûmeta Sûriyê di şerê li dijî terorê kir û got: “Ew mil bi mil ligel artêşa erebî ya sûrî erkê xwe bi cih dikin.”

Omran Zuhbî balkişand jî ku: “YPG û artêşa Sûriyê bergirî li welat û şerf û olan û kiltûrê şaristanî dikin. Ji ber wê yekê jî ez dibêjim ku ew erk tenê nakeve ser milê wan. Ji ber ku gef ti cudahiyek nake, dema ku diçine navçeyekê cudahiyê naxin nav ti miletekî de, ew dujmnatiya hemû jiyanê dikin, dujmnatiya dezgeh û çavkaniyên xwezayî dikin.”

Li ser kantonên Rojavayê Kurdistanê jî, ku di destpêka vê salê ve ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, wî rayedarê sûrî got, em avakirina kantonan bêyî rizamendiya Şamê qebûl nakin çimkî Sûriye welatekî yekgirtî ye û tiştekî wisa nayê qebûlkirin.

Back to top button