Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro roja yekşemiyê 17.08.2014ê ku, li bajarê Hewlêrê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de hat saz kirin rewşa herêma Kurdistanê tê de derbas dibe nirxand û çend biryarên giring dan.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa rewşa Kurdistanê û êrîşên terorîstên DAÎŞ û bûyerên di nava du heftiyên borî de qewmîne kir û bi taybetî behsa rewşa Şingalê û koçberên xûşk û birayên êzidî û mesîhî kir û got ku, di çarçoveya serdana xwe ya bo wîlayeta Duhokê de bi zelalî eşkere bû ku, ya diqewime û rewşa koçberan karesateke mirovî ye û pêwîstî bi hevkarî û alîkariya nevdewletî heye.
Ewa bi serê xûşk û birayên êzidî de hatiye û ew tawanên terorîstên DAÎŞ li dijî wan encam dane li gor hemû pîvanan jênosîda ye. Piştî Helebce û Enfalan ev mezintirîn karesate bi ser gelê Kurdistanê de tê, ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji parlamentoya Îraqê dike ku, ew tawanên DAÎŞ li dijî kurdên êzidî encam dane weke jênosîda nas bike û li ser wî esasî miamileyê pê re bike.
Serokwezîr sipasiya Amerîka û serok Omaba û welatên Yekêtiya Ewropayê kir ku, zû di hewara herêma Kurdistanê de haitn û alîkariya herêma Kurdistanê kirin û ev yek piştgiriyeke timame bo herêma Kurdistanê ku, di şerê dijî terorê de digel cîhanê di rêza pêşiyê de ye. Ew şerê ku divê hemû cîhan bike û van terorîstan ji Kurdistan û Îraqê û hemû deverê derbixin.
Serokawezîr sipasiya xelkê Kurdistanê bi giştî û xelkê wîlayeta Duhokê bi taybetî û herwesa sipasiya penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê kir ku tevî ew bi xwe penaber in her ji roja yekem mijûlî komkirina alîkariyan bûn bo koçberên Şingalê.
Serokwezîr di civênê de got ku, di warê leşkerî jî de guhertinên mezin peyda dibin û pêşmerge li hemû eniyên şer ber bi pêşve diçin û daxwaz ji wezaretên peywendîdar kir ku, divê hemû karên pêwîst ji bo hevkariya koçberan bikin û hetim li ser xetê bin.
Di dawiya axaftina xwe de serokwezîrê herêma Kurdistanê got: ”paşeroj rohne û ya qewimî wisa dike ku, em kêmasî û şaşiyan di berçavan re derbas bikin û bi taybetî giringiyê bi warê bergiriyê bidin.”
Di civînê de biryar hat dan:
– Saziyeke taybet ji bo rûbirûbûna bûyerên jinişkave diqewimin bê damezrandin û ji bona pêkanîna vê saziyê jî, civata wezîran biryar da komîteyek bê avakirin û li ser pêkanîna wê saziyê bixebite.
– Serjimêrî bi lez bê encam dan daku, hijmara timam a penaber û koçberan û cîyê mana wan bê zanîn û li gor wan datayan daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî bê kirin alîkariya herêma Kurdistanê bike.
– Komîteyek ji bo komkirin û dekumentkirina belgename, wêne, video û wergirtina axavtinên şahidên bûyeran bê avakirin û bi awayekî qanûnî li dadgeh û saziyên edaleta navdewletî şikayet bê kirin û li ser astê herêma Kurdistanê, Îraq û navdewletî ev pirs bê şopandin û qetlîam û tawanên DAÎŞ li Şingalê û derdûra wê kirine bi jonêsîda bên naskirin.
– Bi fermî daxwaz ji civaka navdewletî bê kirin daku parastineke asîmaniya navdewletî ji bo Şingalê û deverên kurdistaniyên li wê deverê ku, pêkhateyên etnîkî û olî yên wê deverê rastî gef û tawanên DAÎŞ bûne, bê dabîn kiirn.
– Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata pîlotê hêzên asmaniyên Îraqê, şehîd Macid Ebdulselam Eltemîmî ku, li ser çiyayê Şingalê dema alîkarî gihandîn koçberên serê çêy helîkoptera wî ket û wî jiyana xwe ji dest da, kir. Civînê biryar da ew weke şehîd li herêma Kurdistanê bê qeyd kirin û weke wefadariyek bo wî, li cîyekî giştî peykerek jê re bê danan. Nameyeke sersaxiyê li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî ji malbata Eltemîmî re bê şandin.