Ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê ya Kubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talabanî di peyama xwe ya ji bo koça dawî ya Sirri Sureyya Onder de sersaxî ji hezkiriyên wî re xwest û got, “Rêber bi hêviyê li pêvajoya aştiyê dinihêrî.”
Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê DEM’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder piştî 18 rojan li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talabanî di peyamekê de ji bo rêwîtiya dawî ya Sirri Sureyya Onder xemgîniya xwe anî ziman û got, “Mirinê nehişt ku ew pêşerojeke geş bibîne.”
Peyama Qubad Talebanî wiha ye:
“Sırrı Süreyya Önder bi hêviyek mezin û geşbîniyek mezin di dilê xwe de li pêşeroja gelê Kurd li Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê dinihêrî. Mixabin, mirinê nehişt ku ev dilê bi hêvî pêşeroja geş a jiyana hevpar a ku wî di tevahiya jiyana xwe de ji bo wê şer kir bibîne. Ez bi bihîstina nûçeya mirina Parlamenterê Partiya DEM û Endamê Şanda Îmraliyê Sırrı Süreyya Önder pir xemgîn bûm.
Ez sersaxiyên xwe yên ji dil ji hevalên wî yên di Partiya DEM û hemû çalakvanên aştiyê yên Kurd û Tirk re dixwazim.”