Erdogan peyama sersaxiyê ragihand

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta wefata Sirri Surreya Onder daxuyanîyek da û got, “Em dê bigihîjin armanca Tirkiyeya bêteror a ku rehmetî Onder van demên dawî ji bo wê gelekî dixebitî.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo wefata wî sersaxî ji DEM Partiyê, malbat û hezkiriyên Onder re xwest.
Recep Tayyîp Erdogan got, “Ez dixwazim ku xemgîniya xwe ya ji ber wefata Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bînim ziman.
Ez ji dil bawer dikim ku em dê bigihêjin armanca Tirkiyeya bêteror a ku Onderê gorbehişt jî van demên dawî ji bo wê gelekî ked da.”