Cîhan

Ji bo serxwebûnê % 90

Li herêma Katalonya  referandum çêbû. Polisên Ispanî gelek bi tund xwest nehêlin dengdan pêkwerê. Êrîşê xelkê kirin. Bi sedan birîndar çêbûn. Bi zorê ketin hinek avahiyan û sandoqê dengdanê birin.

Lê li imber hemû zordariyê gel dengê xwe da. Li gora agahdariyên hukumeta Katalonî belav kirin: 2.262.424 kesan deng dane û ji van jî 2.020. 144 kesî gotiye erê ji bo serxwebûna Katalonya. 45.586 deng jî vale(spî) derketina û 20.129 deng jî şaşitî hatine avêtin.

Li gora vê encamê ji % 90 gelê katalonya ji bo serxwebûna welatê xwe gotine ERÊ.Gelek dengên hatin bi karanin ji aliyê polisên Ispanyave hatine birin û ew deng nehatine hêjmartin. 

Back to top button