
DYA li himber Kurdistana Başûr siyasetek xelet rêvebir. Di derbarê referandumê de Amerika li himber Kurdistanî şaşitî kir û ev şaşitiya amerika bi xwe dikare bibe sedemê paşketina siyaseta amerika li herêmê de.Gelek Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnemevanê Amerikî behsa siyaseta Amerika ya şaş dikin .Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Ryan Crocker ji rojnameya El-Heyat re ragehand ku, referanduma serxwebûna Kurdistanê ne tişteke nû ye û Amerîka şaştî kir dema li dijî wê pirsê derket û da zanîn ku, helwesta Amerîka bu sedema ku, hikumeta Iraqê sizayan li dijî Kurdan bistîne û kirîzê aloztir bike.Herwiha wî berpirsê Amerîkayê got ku, pirsa Kurdan li Iraqê ji mêjde ye û referendum ne biryareke nû ye û hikumeta herêma Kurdistanê dizane ew pirse aloze û bi sanahî nagihne serxwebûnê eger pêwendiyên wan ligel Bexda ne baş bin.Herwiha tekez kir ku, referendum destpêka proseyê ye ne dawiya wê ye, pêwîste Amerîka jî nabeynkarî û idareya proseyê bike.Ryan Crocker ji sala 2007-2009 balyozê Amerîkayê bû li Bexda tekez kir ku, idareya Trump beramberî referanduma serxwebûnê şaştiyek kir.