Cîhan

Rawêşkarê Merkel pişgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Rawêşkarê serokwezîra Almanya Angela Merkel û cîgirê serokê parlementoya Bradenburgê Dieter Dombrowski da xûyakirin ku, ew pişgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.Dieter Dombrowski, di axavtina xwe de got: Birayên kurdên hêja 25ê îlonê referendum bi serkevtî derbas bû. Ez we teva pîroz dikim.Pêvajoya referandumê bi awayek demokratik dawî bû.Ez hêvî dikim pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayek aşitiyane bê çareserkirin û ez hêvî dikim ku projeya serxwebûna Kurdistanê serbikeve.Dombrowski da xûyakirin ku, encama siyaseta çewt ya Bexdayê DAÎŞê êrîşê Kurdistanê kir . Di vê derbarê de Dieter Dombrowski got: Ji xeletiya Bexdayê bi milyona insan mexdûr bûn.Kurdistanê deriyên xwe ji 2 milyon benaberan re vekir.Hêvi dikim ku rojek zîtir benaber vegerin ser cih û warên xwe.

Back to top button