Civak

Ji bo serokwezîriyê hêjatirîn kes Nêçîrvan Barzanî ye

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî ragehand ku PDK naxwaze aliyên

mixalefetê piştguh bixe û dê ligel wan gotûbêjan bikin heta dighin rêkeftinekê û got: ‘’Ji postê serokwezîrê dahatû yê

Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî hêjatirîn kes dibînim.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, çarşemba dahatû destnîşan kiriye bo yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê ku têde

serok û cîgirên serokê Parlamentoya Kurdistanê tên diyar kirin.

Fazil Mîranî

Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî di dema dengdana hilbijartina Sendîka Parêzerên Kurdistanê de got: ‘’Partiya

Demokrata Kurdistanê ligel wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî hev bibînin, gotûbêjan bikin û bighin rêkeftinekê bo pêkanîna

kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê.’‘

Derbarê namzetê PDK’ê de jî bo postê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, wiha axifî: ‘’Ji postê serokwezîrê dahatû yê Kurdistanê jî

Nêçîrvan Barzanî hêjatirîn kes dibînim. Herwiha gelek kesên me hene bo postê serokwezîr.’‘

Mîranî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Em wek PDK’ê ne ligel piştguhxistina hîç aliyekî ne û mixalefetê wek serkeftiyên

hilbijartinê dibînin. Hîç sedemek nîne bo piştguhxistina mixalefetê, emê bi hev re rûnin heta bigihin rêkeftinekê.’‘

Fazil Mîranî da zanîn ku heta niha ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê tu danûstandin an jî gotûbêjên fermî dest pê

nekirine û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Çi aliyek nêzîkê PDK’ê be emê destpêkê li wî alî dest bi gotûbêjan bikin. Herwiha tu

mercên me bo hîç aliyekî nînin û şertan ji hîç aliyekî jî qebûl nakin.’‘

Hoşmend Sadiq (BasNews)

Back to top button