Rêjîma Sûriyê alîkarî daye hêzên PYDê
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Wezîrê Lihevhatina Niştimanî yê Sûriyê Elî Heyder diyar kir ku di rizgarkirina Deriyê Sînorî yê Til Koçer (Yeirûbiye) de hêzên rêjîma Sûriyê alîkariya YPGê kirine.
Wezîrê Lihevhatina Niştimanî yê Sûriyê Elî Heyder, beşdarî bultena nûçeyan ya seet 7 êvarê bû û got ku di rizgarkirina deriyê Til Koçer de ji çekdarên Îslamî yên tundrew, hêzên rêjîma Sûriyê alîkariya hêzên Yekîneyên Partastina Gel kirine û ew jî bi destkefteke niştimanî bi nav kir.
Heyder tekez kir ku di navbera rêjîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê de hevrêzî heye û got ku artêşa Sûriyê amade ye alîkariya hêzên PYDê bike li dijî çekdarên tundrew.
Heyder destnîşan kir ku hewlên kuştina wî hatibû dayîn û got ku kurê wî jî hatiye kuştin lê ew dev ji axa welatê xwe bernade.
Li ser dûrxistina cîgirê serokwezîrê Sûriyê Qedrî Cemîl ,Heyder got ku Cemîl hîn di Opozîsyona Niştîmanî de ye û dibe ku bi opozîsyonê re beşdarî Cenêv2 bibe.
Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî yê Sûriyê li ser ekrana Rûdawê soz da ku ew dê hûrgiliyên dosyeya girtiyên siyasî yên kurd bişopîne.
Şîrove