Polîtîk

Fermanberên rejîmê vedigerin Til Koçer

Piştî ku deriyê Til Koçer yê sînorî yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kete bin kontrola YPGê, niha hikûmeta Sûriyê dixwaze fermanberên xwe vegerîne Til Koçer.

Deriyê Til Koçer di meha adarê ya borî de ji bin kontrola hêzên rejîmê derket û di destpêkê de kete bin destê Lîwaya Ehrar el-Cezîre ya eşîreta Şemer, lê berî 2 mehan çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser derî.

Di 28ê cotmehê de, YPGê deriyê Til Koçer û bajarok jî ji bin kontrola DAÎŞê derxist.

Wezîrê Lihevahatinê yê Sûriyê Elî Heyder derbarê vê yekê de ji Rûdawê re aşkere kir ku YPGê bi alîkariya hêzên rejîmê dest danî ser deriyê Til Koçer û ev yek jî nîşana niştimanperweriya YPGê ye.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bidestxistine, di 30ê cotmehê de, Parêzgarê Hesekê Mihemed el-Zehal bi amadebûna hêzên ewlekariyê civînek digel fermanberên deriyê Til Koçer yên sînorî lidar xist.

Di civînê de, el-Zehal daxwaz ji hemû fermanberan kir ku roja yekşemê (3/11/2013) vegerin ser karê xwe û dewama xwe bi awayekî fermî destpê bikin.

Zanyariyên ku hatine bidestxistin, diyar dikin ku “Ketîbeya Hendese” ya Artêşa Sûriyê niha dest bi rakirina mayînên li derdora bajarokê Til Koçer kiriye.

Di heman demê de, şervanên YPGê bajarokê Til Koçer paqij dike ji bo ku jiyan li wir normal bibe û çûn û hatina li ser sînor jî vegere wek berê.

Çavkaniyên herêmî ji Rûdawê re tekez kirin ku YPGê jî bi heman awayî daxwaz ji fermanberên deriyê Til Koçer kiriye ku vegerin ser karê xwe.

Ji xwe jî hikûmeta Iraqê kontrolkirina deriyê Til Koçer ji aliyê YPGê ve pîroz kiriye, lewra dibe ku ew derî car din di navbera Sûriyê û Iraqê de bi fermî vebe û çûn û hatin tê de normal bibe.

Dema ku deriyê Til Koçer di bin kontrola rejîmê de bû, ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê, ewlekariya siyasî û ewlekariya eskerî ve dihat birêvebirin, lê nediyare bê ew hêz jî wê bi fermanberan re vegerin ser sînor yan na.

Dema ku YPGê dest danî ser deriyê Til Koçer, televizyona fermî ya Sûriyê gotibû ku deriyê Til Koçer vegeriya hembêza welat.

Back to top button