PYD hindî mijulî xwedîtinê bûye ewqas mijulî xizmetê nebûye
Hesen Ehmed Mistefa “PYD hindî mijulî xwedîtinê ve bûye li hevpeymaniyaeke xwe ya li gel Esed, ewqas mijulî xizmetkirinê nebûye”
Çawdêrê siyasî Hesen Ehmed Mistefa, li hevpeyvînek ragihand ku heta niha jî PYD ji ber xatirê Beşar Esed navê Kurd û Kurdistanê li partiya xwe de aniye û renge bi mayîna Beşar Esed jî PYD bibê mîhvanekî herdemî ya Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha Hesen Ehmed Mistefa dibêje: Ji ber ku peywendiyeke bi hêz li navbera PYD û PKK û hêzên Beşar Esed da heye û her maye û hêzên Beşar Esed li gelek ji bajar û bajarokên Kurdan de hene, bi taybetî îstîxbarata wan bi awayeke gelek baş karên xwe dike û tu nexweşiyeke wan li gel PYD tûne, eve jî tê wê wateyê ku PKK û PYD xwe ji hevpeymaniya hêla Îranî – Şî’î ya Beşar Esed de dîtiye.