Polîtîk

Ji bo pêvajoyê em HDPê muxatab nagirin

Ahmet Davutoglu gotbêjek ya xwe de li gel rojnemevana behsa rewşa Kurdistana Bakur û helwesta hukumetê di derbara PKKê dike.Davutoglu dibêje sedemê van bûyeran helwesta HDPê ye.Rojnemevanek dipirse:Ocalan jî hêdî ne di nava pêvajoyê de ye hun vê yekê çewe dinirxînin.?Davutoglu: Hun dibêjin li ser maseyekî rûnin. Mase ne ewe ku li Imralî Ocalan 4-5 kesan re rûne. Min di dema dawî de 4 mase pêkanîne.Kesên min bakirîn li ser masê ne ji AKPê ne.Piraniya wan kesên meyldarên HDPê ne,Ji hemî aliyan dezgehên sivil hene.Baro hene kesên hevalên rehmeti Tahir Elçî hene. Dê walî heftiyê carekî dezgehên sivil re bicivin.Bila meclisên îstişarê ava bikin.Davutoglu dibêje: Eger talîmata ji Îmralî nestinin tu mana hevdîtinan li gel Ocalan tuneye. Îmralî dibêje ji dev çaka berdin ev ji derên din emir digrin. Dema 7ê hezîranê gotin “ Aha niha deme ku em AKPê zeyîf bikin,“ Davutoglu dibêje ; PKKê li gel Gruba Fethullah Gulen hevkariyek pêkanê û li dijê me sekinin. Hevdîtinên Gulten Kişinak û Ekrem Dumanli di vê demê de pêkhatin.Li gel lobiya parelel hevditina dikin û piştre dixwazin herin Îmralî şov bikin.Davutoglu dibêje: Piştî bûyera Diyarbekirê min ji Demirtaş re telefon vekir lê bersiva min neda. Min bi hewarî got nekin bangên serhildanê nekin lê Qendil hevditinên me sabote kirin û HDPê bersiva min bi xwe neda. Xwe dan aliyekî û guh li daxwaziya min girtin. Niha me mase qulibandiye? Yan wan?Dawiyê de dawutoglu dibêje: Muxatab girtina wan tu encamê nade.Hunê kîre çi hevdîtinê bikin? Îrada wan ne di destîwan de ye.Hayê wan ji nezaketê tuneye.

Back to top button