HevpeyvînPolîtîk

Em naxwazin belasebeb mala miletê xwe xerab bikin

Serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistan (TEVGER) Serhat Mêrdînî, derbarê şer û pevçûnên li bajarên kurdan û YPSê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Omer Faruk Baran/Amed — Li bajarên kurdan şer û pevçûnên di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de dewam dikin. Tê zanîn ku piraniya şervanên hêzên kurd kesên ciwan in. Ciwanên şervan heta beriya 10 rojan di bin banê YDG-Hê de şer dikirin. Ciwanan beriya 2 hefteyên bi daxuyaniyekê navê xwe guherandin û kirin YPS.Serokê TEVGERê Serhat Mêrdînî îddia kir ku şerê di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de piştî 2 mehan dê biqede.Mêrdînî got: ‘Heta niha tu têkiliyên me yên organîk bi YDG-H ya ku navê guherandiye YPSê re çênebûn. Ew bûyerên ku niha li Sûr, Cizîr û navçeyên din ên bajarên kurdan diqewimin girêdayî pêşketinên li qada Rojhilata Navîn in; bi taybetî jî girêdayî Rojava ne li gorî me.Li gorî dîtina me, YDG-H tevgereke wisan e ku nizane çi dixwaze, herwiha ne xwedana îradeyekê ye. Bi tena serê xwe nikare biryarekê bistîne û li gorî biryara wergirtî bimeşe. Ev şerê ku niha dimeşînin mixabin ji bo miletê kurd ne xizmetek e.’‘Em naxwazin mala miletê xwe xerab bikin’Mêrdînî diyar kir ku wekî ciwan ew naxwazin bibin şirîkê xerabkirina bajarên kurdan û got: ‘Kurd di dîroka xwe de hertim miletekî şerkar û mêrxas bûye. Em li Amedê ne û Sûr bi qasî 2 gavan nêzikî me ye.Ne ku em ji şer ditirsin û ji ber vê em naçine şer. Em zarokên şer in, me çavên xwe di nava şer de vekiriye û em heta niha jî şer dikin. Bes, di vî şerê niha diqewime de mebest çi ye? Em naxwazin belasebeb mala miletê xwe xerab bikin.’Mêrdînî di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku şer bi îradeya YPSê dest pê nekiriye û wê YPS ji xeyrî îradeya xwe dest ji şer berde. Mêrdînî wiha axivî: ‘Ez garantî didim, piştî 2 mehan ev şerê ku niha li bajarên kurdan diqewime dê nemîne. Ocalan û hikumeta dewleta tirk wê li hev bikin. Dîsa çi hatibe wê bi serê miletê me de hatibe.’

Back to top button