Cîhan

Cigirê serokwezir li gel cîgira Serokê Parlemana Almaniya civiya

Cîgirê Serokwezîrê Herêma KurdiastanêQubad Talebanî li hevdîtinekê tevî Claudia Roth cîgira Serokê Perlemana Almaniya û şandeka pêre amaje bi hewlên Hikûmetê ji bo çawanya çareser kirina qeyrana daraiya Herêmê kir ku li dawîn civîna Encumena Wezîran hijmarek biryarên giring bo vê yekê hatinedan ji bo dirust kirina hevsengî navbera dahat û xercî û çareser kirina pirsgrêkên aborî,bi taybetî pirsa sektorê pêtrolê û dahataê wê.Claudia Roth amaje bi vê yekê da ku pêwîste welatên cîhanê  alîkarya Hikûmeta Herêmê û pştîvanya gelê kurd bikin,  ji ber ku niha Pêşmerge û Kurd rasterast dijî mezntrîn dujminê cîhanê di şer dane. Her wiha got berî niha Qubad Talebanî bi ronî behsê metirsya qeyrana darayî kiribû û b eşkire daxwaza yarmetiyê ji welatan kiribû.Li hevdîtina ku Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bibû,Talebanî sipasiya piştîvaniya serbazî û mroviya Almaniya kir û ragihand niha pitir ji milyonek û 800 hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene,ku bargranyeka mezin e. lewma bi eşkere daxwaza alîkarya darayî li welatan dikin û di vê welatên dost bi kiryar piştîvanya xwe nîşan bidin.Li dawyê jî her du aliyan pêdagrî li ser çareser kirina qeyranê û yekirîzya kurd û berçav girtina berjwendiyên nihayên Kurdistanê kirin

Back to top button