Civak

Ji bo ‘Dengên Kurdan’ sînyala pêngaveke nû

Hat diyarkirin ku kadroyên AKP’ê dibêjin  ku partiya wan beriya hilbijartinê dikare ji bo Kurdan gavên nû biavêje û gotin, “Divê em cardin Kurdên older ber bi Ak Partiyê ve bînin.

Li gorî nûçeya Ayşegul Kahvecioglu ji rojnameya Milliyetê, xebatkarên AKP’ê diyar kirin ku divê di vê pêvajoyê de helwesta HDP’ê ya li hemberî Tifaqa Millet were şopandin.

Herweha dibêjin ku; dive AK Partî kurdan bêxe rojeva xwe de hinek gavên nû jî ji bo Kurda bavêje.

 Berpirsên AK partiyê dibêjin:  “Pêwîste em bi baldarî guh bidin parlamenterên herêmê û bi taybetî jî Kurdên dîndar ji bo ku em serbikevin. Divê gavên ku em bajin MHP tevlî nekin.

Alîgirên AKP’ê Kiliçdaroglû weke ‘namzedê gelekî dibînin  û diyar dikin ku şert û mercên li dijî wan nîne û îtifaq zirareke mezin dîtiye, AKP’yiyan diyar kirin ku vegerandina Akşener vegerandina xisarê ye. Berpirsên AK Partiyê dibêjin: Piştî vê rewşa nû tiştek ji bo me nayê guhertin.”

Back to top button