Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîra Derve ya Almanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Îro danê sibê 08.03.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Annalena Baerbock Wezîra Derve ya Almanyayê kir.

Di civînekê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û alîkariyên leşkerî, mirovî û siyasî yên Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwesa tekez li ser wê yekê kir ku, metirsiya terorê hêşta berdewam e, ji ber wê jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Ji aliyê xwe ve xanim Baerbock tekez li ser wê yekê kir ku, Almanya bi girîngî li peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramî û seqamgîriya siyasî û aborî dinêre. Di vê çarçoveyê da, wê îşaret bi cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kir ku, dê bibe sedema vegera koçberan û avadankirina navçeyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mîhvan ra behsa têkeliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, atmosfereke erênî di navbera her du aliyan da ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye û her wiha balkişand li ser hemahengiya bihêz ya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ya ji bo rûbirûbûna DAIŞ ê.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê û Êzdiyan bi giştî û çend mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Almanya yên ji bo Êzdiyan û naskirina komkujiya wan ya weke jenosîd li Parlamentoya Almanyayê kir.

Back to top button