Ji bo çi Newroz û serê sala Kurdî û dirustbûna dewleta Medan pêkve ye?
Li yekem roja Newrozê de tora medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek li gel çend kesayetiyek rêkxist ku bîranînên xwe û zanyariyên xwe yên di derbarê Newrozê ve behskirin. Li hevpeyvînê de behsa ewe kirin ku ji bo çi Newroz û serê sala Kurdî û dirustbûna dewleta Medan pêkve hatine girêdan.
Ji bo çi Newroz û serê sala Kurdî û dirustbûna dewleta Medan pêkve ye?
Dr. Mewlûd Îbrahîm, Mamostayê Zanîngehê got: “Newroz ji dîroka Medan gelek kevintire, vedigerê li ser serdema Sumeriyan, ya serdema çandin û şikeftan ya li navbera 10 heta 12 hezar sal berî zayînê. Bi destana Temmuz û Eştar, roja zîndîbûna Temmuz roja Newroze, roja serê sala Sumeriye û roja serê sala Kurdiye jî, lê belê Kurd li hemû qonaxên xwe da Newrozê wekî salnameyekî li xwe wergirtiye”.
Dr Mewlûd Îbrahîm got: “Dewleta Med ku damezra, li roja Newrozê da Împaratoriyet hate ragihandin, li 700 berî zayînê, lê belê Newroz dîroka wê kevintire. Ji bo wê yekê gelek rûdanên girîngên dîrokî yên Kurd û navçeyê li gel vê rojê heye ku rojekî girîngê dîrokiye. Newroz hêmaya Efsaneya kuştina Dehak(Zuhak) û serkeftina Kaweyê Hesinger bûye”.
Her wiha mamosta Mewlûd Îbrahîm got: “Ewê zêdetir rê bi wê efsaneyê da, Şahnameya Fîrdewsî bû, lê belê ew bi nêrîneke Farisiyane ji bo wê dikin. Girîng eweye em wekî Kurd lê temaşe bikîn. Paşayê Med li gel Aşûriyan bi şer hatiye û Împaratoriyeta mezina Aşûriyan rûxand û li roja Newrozê da serkeftina xwe ragihand. Kawa û Dehak zêdetir efsaneye”.
Hêjayî gotinêye ku berî 10 salan jî dema Neteweyên Yekgirtî cejna Newrozê wekî cejna Farisan da zanîn, Dr Mewlûd Îbrahîm li civîneke rojnamevaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar kiribû Kurd xwedî li Newrozê derkevin, ji ber ku Newroz cejna Kurda ye neku yê Farisan. Naveroka wê civînê li lînka li jêr e: