Cîhan
Gurcîstanê ji ber Corona rewşa awarte ragihand
Serok Wezîrê Gurcîstanê George Gaharia îro civîneke rojnamevaniyê encamda û heta mehekê rewşa awarte ragihand.
Serok Wezîrê Gurcîstanê got: Ji bo ku beranber belavbûna şewba Korona em bikaribin xwe biparêzin ji bo mehekê rewşa awarte radigihînîn.
Rewşa awarte ji 21.03. destpêdike û 21.04 bi dawî dibe. Li Gurcîstanê 47 kesên tuşbuyên Korona heye.