
Îro li hola Rewşebiriya Fransî ya li Hewlêrê ji aliyê dezgeha Bedirxan ve civînek li ser biryara Neteweyên Yekgirtî ya ku Newrozê wekî cejneke cîhanî ragihandiye hate li darxistin.
Li destpêka civînê de Dr Fredrik Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr bi xêrhatina mîhvanan kir û got dergehê navenda me ji bo her çalakiyek amadeye û ev der wekî mala weye. Piştî axaftina Tissot, Mamosteyê Zanîngeha Selahaddînê Dr Mewlud Îbrahîm Hesen di derbarê dîroka newrozê de `Newroz çawa çêbûye û Newroz ya kijan neteweyeke` axaftinek kir. Her wiha piştî axaftina Dr Mewlud Îbrahîm Hesen beşdarvanan çendîn pirsiyarên xwe xiste rû û her wiha beşa duyema civînê jî mamoste Hesen bersîva pirsiyaran da.
Piştî civînê jî gruba muzikê ya zarokên Hewlêrê jî çendîn stranên newrozê pêşkêşî beşdarvanan kirin ku zêdetirê beşdarvanan ji rewşenbîr û rojnamevanên Kurd pêkhatibûn.
Hêjayî gotinêye ku 23.02.2010 Neteweyên Yekgirtî biryara newrozê ya cejneke cîhanî derxist. Lê mixabin li vê biryara NY de navê çendîn welat û gelên ku newrozê pîroz dikin hatiye nivîsîn lê mixabin navê Kurd û Kurdistan nehatiye bikaranîn û her wiha vê biryarê de newroz wekî cejneke Farisî hatiye qebul kirin.
Di derbarê vê yekê de Dr Mewlud Îbrahîm Hesen beyannameyek amade kiriye ku pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî bike. Evê li jêr jî naveroka beyannameya wî ye:
Ji bo Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekgirtî
Babet: Bi cîhanî kirina cejna Newroz û ji bîr kirina gelê Kurd
Silav…
Rêzdaran, li van rojên derbasbûyî dezgehên ragihandinê li Kurdistanê nûçeya wê yekê belav kirin ku rêxistina we (Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” biryara bi cîhanî kirina cejna Newrozê daye û ji îsal ve “2010” êdî salane cejna Newrozê wekî cejneke cîhanî bête pêşwazî kirin. Li demek de ji dil ve pîrozbahiya vê karê girîng û pîrozbahiyê li we dikîn û dibêjîn: Birastî cejna Newroz bi vê dîroka xwe ya dûr û dirêj ku heye wekî kevintirîn cejn hatiye nasîn û berdewamiya mirovayetiyê ye. Her wiha bi sedema rêwresma pir li aştî û birayetî û mirovayetiyê ve ku bibe cejneke cîhanî û hemû mirovayetî li vê rojê da hevparê xweşiyên vê cejnê bike.
Rêzdaran, lê belê ewê ku cihê daxê ye, nayê zanîn li ser bingeha çi lêkolîneke zanistî û dîrokî ev biryar hatiye dayîn û her wiha bi hêsanî we “nivîsiye” festîvaleke bihariye û jêdara wê jî Îranî- Farisiye”. Ewê rastî eweye ku gelê Faris jî vê cejnê ji gelê Kurd wergirtiye. Ev biryara girîng û mezin wiha diyare bi awayeke tevahî û rêkûpêk nehatiye lêkolîn kirin, ne xwe rastiya dîroka vê cejnê ne wendaye û sax buye. Ev cejin ne “Jêdereke Farisiye” û ne “bi temena sê hezar sale” ji ber ku jêdera xwe ji destanî “Temmûz û Eştar” veye û Temmûz û Eştar jî rîşeya xwe ji bapîrên Sumeriyan digre û temena wê li gel serhildana “Çandina Şikeft” ve “15 heta 12” hezar sal berî zayînê ve vedigerê. Berî ku Sumerî dema çûne xwarê ya Iraqa îro, ji ber ku ew sax buya Sumeriyan li Kurdistanê ve çûne xwarê û eve ye “Ansiklopediya Britanî” di der barê dirust kirina bajarê “Hewlêr- Erbîl” de wiha dinivîse:”Bajar bapîrên Sumeriyan dirust kiriye”, Her ew Sumerîne jî ku çûne xwarê û ol û dab û nêrît û şaristaniyeta xwe li gel xwe birine! yek ji wan rêwresmên ku salane peyrew kirine, rêwresma pêşwaziya cejna zîndî bûna “Temmûz û Eştar” buye ku li roja 1/Newrozê serê sala niha ya Kurdî û 21/3 sala zayînî ya niha ye û ev serê sala Kurdî jî heman serê sala Sumeriyane. Ji bilî wê yekê ku cihê serhildana destana “Temmûz û Eştar” Kurdistana îroye û roja cejin jî heman roje. Ev rêwresma Newroz kirinê jî li Kurdistanê, her ew rêwresme ku Sumeriyan peyrew kirine. Eve lêkolînerê cihûwarnas “Henry Frankfort” li sala 1930 da bi çavê xwe li bajarê Musilê li şeva Newrozê yariya karkerên Kurdan dîtiye û bala wî kişandiye û paşê jî lêkolînekî bi navê “Tiqusî Temmûzî li Kurdistan – Tamuz Ritwals Kurdistan” de nivîsiye. Li vê lêkolînê da zanistiyane digihe wê encama ku Kurdan li Newrozê da bi heman awayî pêşwazî dikin ku Sumeriyan pêşwaziyê li cejna “Zegmek”ê dikirin ku cejna zîndûbûna Temmûz û Eştare, heman ew roj û ev cejne ku niha jêra dibêjin “Newroz”.
Rêzdaran… Em wekî lêkolerên Kurd, bi navê zêdetirê ji “Çil Milyon” Kurd gileyiyê li we dikîn ku li vê biryarê da gelê Kurdistanê hatiye piştguh xistin û dîrok û cejna kevin jî we daye gelê Faris û mohra piştgîriyê jî we lê daye. Eve jî kareke li gel rastiya dîroka zanistî û yasaya mafê gelan ve naguncê. Eger Kurd heta niha dewleta xwe tûne û eger Hikûmeta Herêm îro karên bi vî awayî ve ranagihe, eve hun û rêxistina we, “Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” diviya vê neheqiyê li gel zêdetirê çil milyon Kurd neke. Birayên me yên hevsû û cîranên me axa me dagîr kirine, eve hun wekî rêxistineke cîhanî û xwedî biryar “Cejn û dîrok”a me jî bi dagîr kirinê didin û bi fermî jî piştgîriya vê dagîr kirinê dikin û dikin bi rojeke cîhanî, bi rastî ev karê we bi tevahî li gel peyama rêxistina we nakoke, eger rêz li cejna Newroz digrin! divê rêz li wê ax û neteweyê jî bigrin, ku ev cejn li ser vî axî serî hildaye û neteweya wî parastiye û her li vê Kurdistanê jî li dinyayê da belav buye.
Rêzdaran… Eger îro cejna serê sala zayînî li hemû cîhanê tê peyrew kirin! Eve dikare cihê serhildan û gel û ola serhildanê jî bişêwirê? Eger îro misilman li hemû cîhanê cejna ji dayik bûna Pêxemberê îslam Mihemed kurê Ebdulla bi cejn digrin! gelo hun dikarin sal û cih û kesayetiya vê cejnê bidin bi hinek kes û gelên din.
Rêzdaran… We li derxistina vê biryara girîng ax û gelê vê cejnê ji bîr kiriye! ku axa wê “Kurdistan”e û gelê wê jî gelê “Kurd”e, diviya we dîroka gelê Newrozê bixwenda û serî li şikefta “Şaneder” bida, ew Şanedera ku lêkolînerê cihûwarnas “Solkî” dinivîse: Hemû şaristaniyetek ji dergehê vê şikeftê ve hatiye derve.
(Hemû pêşketin û şaristaniyeta mirovayetî! belê: “Mirovayetî” we pertûka “Mihd Elbeşriye” nexwendiye, an jî we xwendiye lê ji bîra we çûye!?
Cejna “Zegmek – Newroz” li serdestê bapîrên Sumeriyan serî hildaye û li cem Sumeriyan cejneke olî neteweyî buye û cara dawî “Zerdeşt Pêxember” vê rojê wate 1/Newroz û serê sal, ku heman serê sala Sumeriye dike bi cejneke olî û her wiha Sasanî jî vê cejnê dikin bi cejneke fermiya dewletê “Ol, vê qonaxê cejna Newroz hemû li Kurdistanê buye û Sumerî, Medî û Sasanî jî her hemû li gor dîrokê beşekin ji pêkhata netewî û dîroka gelê Kurd.
Rêzdaran… Her çende ku niha gelek netewe û gelek welat jî cejna Newrozê pîroz radigrin, eve kareke asayiye, çawa gelek rojên pîrozbahî û cejna netewî û navçeyî hene îro li ser asta cîhanê têne nasîn û pêşwazî lê dikin, lê belê yek ji wan cejnan wekî cejna Newroz nasnameya wê neveşartiye, veşartina wê jî ji aliyê kî ve? ji aliyê “Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” her ji bo wê yekê bi navê zêdetirê çil milyon mirov, mirovên Kurdê bê dewlet! daxwaz ji we dikim û tika ji dikim demeke zû de vê biryara şaşa dîrokiya xwe rast bikin û lîjneyeke pîspor û şareza li dîroka Kurd û Newroz pêkbînin û zanistiyane û dadperwerane maf ji bo xwediyê maf vegerînin û nasnameya rasteqîneya “Newroz”ê eşkere bikin û bi cîhanê rabigihînin, ku ev cejn jêdera wê Kurdistane û dîroka wê zêdetirê ji deh hezar sal berî zayînê ve vedigerê û cejneke Netewî ya gelê Kurde û li cejna jiyandina Temmûz û Eştar buye bi cejna Newroz û wate û navê wê guhertin li ser de hatiye, lê belê roja wê her heman roje, roja serê sala Sumerî jî û serê sala Kurdî ye.
Rêzdaran… Sala derbasbûyî 2009 li gel Newrozê me “Dr Mewlud Îbrahîm Hesen” lêkolînek bi navê “Newroz kengê dirust buye û yê çi neteweyeke?!” belav kir. Li vê lêkolînê da bi xwe girêdana raya lêkolînerên ne Kurd û belgeyên kevin û dîroka wê bi vî awayî derket holê ku cejna Newroz rîşeya wê jî Kurdistaniye û temena wê ji deh hezar sal zêdetire û rêwresma cejna zîndîbûna Temmûz û Eştare û roja wê jî her heman roja serê sale û destpêka bihare. Îsal jî careke din vê lêkolînê belav dikim û hewl didim bigihe destên we jî.
Rêzdaran… Em ji ber wê yekê dengê xwe bilind dikîn ku we cejna Newrozê bi gelê Faris ve girêdaye, eve her tenê beramber vî gelî bi deng nayîn, belku ji bo her neteyek jî bûya dîsa me heman helwest dibû, ji bo gelê “Faris” jî eve em bira û yek malîn bi xwîn û ax û dîrok ol ve wekî hevin, hinek dîroknivîs jî me her du neteweyan bi yek netewe zaniye, lê belê rastiya dîrokê gelek ji birayetiyê mezintire.
Rêzdaran ewê ku niha erkekî yasayî pîşeyî û zanistiye ewe ye ku, her çiqas ji zû ve vê daxwaza gelê Kurd bikolin û lêkolînerên Kurd û ne Kurd, pîsporên vî warî, bi warê “Dîroka Newroz”ê kom bikin û daxwaza lêkolîneke zanistî encameke zanistiyane bidin û hun jî vê Newrozê ji bo me tehl nekin! Çawa ku zêdetirê karesatên nexweş û diltezîniyên Kurd ji ber Newroz û biharê buye!!
Her wiha daxwaz “Ji Encûmena Nîştimaniya Kurdistan” û “Hikûmeta Herêm”ê dikim, ku cejna Newroz û vê cîhanî kirinê bi girîngî hilbigrin û giringiyeke zêde pê bidin, ji ber ku em dikarîn cejna Newrozê bikîn bi helqeya pêwendiya di navbera hemû cîhan û hemû wan netewe û Hikûmet û dewletên ku cejna Newrozê pîroz dikin. Em dikarîn Kurdistanê bikin bi navendeke cîhanî ya Newrozê, çawa welatê Su’udiye navendeke îslamî ya tevahiya misilmanên cîhane, çawa ku Vatîkan navendeke Mesîhiyeta tevahiya Mesîhiyên cîhane, çawa ku Kerbela û Necef navendeke tevahiya ola Şî’e û Şî’e mezhebên cîhane, wiha jî Kurdistanê bikîn bi navendeke cîhanî ya Newroz û salane bi festîvalên hunerî û edebî û kûltûrî li gel van welatên ku cejna Newrozê pîroz dikin pêkve danûstandina tîpên hunerî û kultûrî û kesayetiyên rewşenbîrî û akademiyan bikîn û pêwendiyeke dostane li gel van welatan û cîhanê dirust bikîn. Ji ber ku Newroz ji xwe cejneke siruştî û ciwanî û birayetiye.
Di dawiyê de daxwazên xwe ji bo “Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” li van çend xalan da bi kurtî ronahî dikîn û dibêjîn bi fermî kirina cejna Newroz û bi cîhanî kirina vê rojê kareke pîroze, lê belê rast kirina şaşiyên dîrokî pêwîstiyeke zanistiye.
Xal jî evin:
1- Navê neteweya Kurd û Hikûmeta Herêmê bêxin nav Lîsta wan Hikûmet û dewletên ku daxwaza bi cîhanî kirina cejna Newrozê kirine.
2- Daxwaz Ji “Rêxistina Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” dikîn girîngî bi wê yekê bide ku cejna Newroz li Kurdistanê serîhildaye û ji Kurdistanê jî bi dinyayê da belav bûye û her tenê neteweya Kurd vê cejnê wekî cejneke netewî ya pîroz radigrê.
3- Dîroka Newrozê zêdetirê ji 10 hezar sal berî zayînê ve vedigerê û cihê wê jî Kurdistane û ji destana Temmûz û Eştar ve vedigerê û roja 1/ê Newrozê sala nû ya Kurdî heman roja 1/1 sala nû ya Sumeriyane û navê wê ji “Zegmek”ê Sumerî, ku dike serê sala nû û guheriye ji bo roja nû û – Newroz “Cejna Newroz”a Kurdî, her wiha bajarê Hewlêrê jî kevintirîn bajare û yekemîn bajare ku perestgeha Eştar li wir hatiye dirust kirin û xara dawî bi Eştar Erbîlla bi nav û dengê xwe derxistiye.
Hêvîdarim ev daxwazên neteweya Kurd, bi daxwazeke fermî qebûl bikin û bersîva fermî jî bidin û bîselmênin ku hun piştgîriyê li rastiya dîroka zanistiyê dikin û naxwazin mafê tu neteweyek ji bo neteweyeke din bi nerewa binpê bikin.
Her wiha li vir daxwaz ji navendên birêzên li jêr dikim, ku vê babetê bi girîng! gelek girîng bizanin û bê deng nebin û piştgîrî van daxwazan bikin û lîjneyan pêkbînin û bi duvdaçûnên berdewamî ji bo vê yekê bikin, da ku ev şaşiya dîrokî bête rast kirin û neteweya Kurd bi awayeke fermî û cîhanî bi cejn û dîroka rasteqîneya xwe şad bibe.
Ji bo birêzên
1- Serokayetiya Herêma Kurdistanê.
2- Parlemena Kurdistanê
3- Hikûmeta Herêma Kurdistanê
4- Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî
5- Wezareta Rewşenbîrî û Lawan
6- Navendên Akademî û Rewşenbîriyên Kurdistanê û Derveya Kurdistanê.
7- Dîroknivîs û Lêkolerên Pîspor û Şarezayên Kurd û Xeyrî Kurd.
8- Tevahiya Dezgehên Ragihandina Kurdî û Erebî û Farisî û Cîhaniyan. “Binivîskî û bidîtin û bihîstin”.
Bi hêviya piştgîriya hemû aliyek
Daxwazkar, nivîskar û Lêkolîner
Dr Mewlud Îbrahîm Hesen
05/03/2010
Iraq – Kurdistan – Hewlêr
Zanîngeha Selahedîn – Hewlêr