Salih: Qet ew karesat nayê ji bîrkirin
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban.
Malbatîn serbilindên şahîdan.
Amdebûyî û mêvanên birêz.
Di bîranîna 22saliya kîmiyabarana Helebceyê û derdurên wê de, bi minasebata vê karesatê, em hatine xizmeta mezarê şhîdên Helebceyê. Ji bona bilindragirtina bîranîn û bîreweriyên pîrozên wan û ji bona ku em li bîra cîhanê bînin ku li ser vî xakî, tevkujya kurda bi çekê kîmiyayî yê qedexekiriyê navdewletî ve hatiye encamda, di demkê de ku cîhan jî yan bêdeng bû û yan jî di warê qirkirina gelê Kurdistanê de piştevena rijêmê bû.
Em hatine da ku peyamê xwe bigehînin ku qet û qet ew karesat nayê jibîrkirin û qet û qet, bi alîkariya Xwedayê mezin û bi piştevaniya xelkê Kurdistanê û dostên me, em carek din nahêlin ku karesatên weke Helebce dubare bibin. Em hatine xizmeta we û silavên cenabê mam Celal Talebanî serokkomarê Îraqê û cenabê kak Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bigihênin we.
Xuşk û birayên birêz
Her çiqas ev bîranîneke bi êş û jane jî, her çiqas di cêhanê de de tiştek tune ku beramber buhayê ruha zarokên vî bajarî be, lê naskirina karesata Helebceyê weke jenosîda û sizadana tawanbaran (Sedam û Elî kîmiyayî), ez bawer dikim ji bo dil û daxilê helebceyîyan, ji bo dil û daxilê xelkê Kurdistanê û mirovdostan hêjayê hindê ye ku em hemû bi serferazî ve, di vê minasebeta xemgîn de, pîrozbahiyê li serketina îradeya xelkê Helebceyê bikin û sipasiya xweragirî û helwestê serbilindê helebceyîyan bikin ku, bi dirîjiya van çend salan, piştî karesatê jî, azar, derdesrî û gelek êş kişandin û bi mêranî rû bi rûyê hemû tehedayîya bûn.
Em, xelkê Kurdistanê, xwediyê Helebce û envalan e, piştî kêmtir ji 22salan bi ser karesatê ve şûyîn, me biryara dadgeha tawanan a Îraqê ya di warê naskirina her du komkujiyên Helebce û enfaalan de weke jenosîda bidest xist û beşek ji tawanbarên wan tevkujiyan jî gihîştine sizayên xwe.
Li ser astê navdewletî jî, dadgeha bala a bajarê Lahay, hijmareke rêxistinên taybet bi warê mafê mirovî û tawanên şerî, rêxistina cîhanî a jenosîda, bi dehan nawend, pispor, akademîk û kesayetiyên cîhanê û kutleyên nav parlamentoyên dewletên ewropî, partiyên siyasîyên ewropî û sanatorên amerîkî piştevaniya xwe ji bo bicîhanênaskirina tawana Helebce û enfalan weke jenosîda nîşan daye.
Di cîyê xwe de ye ku li vir bi navê xelkê Kurdistanê sipasiya yek bi yekên wan welat, rêxistin û nawend û senteran yên ku çi di dema encamda twanê de yan jî piştî wê helwestê xwe diyar kirin, bikim, bi taybetî Komara Îslamiya Îranê ku deriyên xwe ji bo birîndaran vekirin û rê li pêşiya rojnamevanên cîhanê vekir ku wê tawanê bi cîhanê bidin nasandin. Sipasiya wan welatên ewropî jî dikim yêm ku di çareserkirina birîndaran de rol hebû ku bi wî awayî Helebce bû kilîta vekirina deriyên cîhanê li pêşiya miletê me û Helebce di cîhanê de bû nasnameya gelê me.
Sipasiya wan hemûyan dikim yên ku di wê rojgarê de ji bo piştevaniya xelkê Kurdistanê dengên xweyên dilêr bilind kirin. Hemû rêxistinên mirovdost, sanator Pêlî yê amerîkî û çendîn kes û kesatiyên naskiriyên cîhanê yên wê demê, tevî helwestê ne adilê gelek welatan, di hewara xelkê Helebce û lêqewmiyên Kurdistanê hatin.
Di qonaxa bê de dê wezîfeya me ew be ku em bi hemû îmkanên xwe ji bo ku nawendên biryarên navdewletî wê biryara dadgeha tawanan a Îraqê tesbît bikin û piştevaniyê li îradeya xelkê Kurdistanê û xelkê Îraqê, ji bona mehkemekirina wan şîrket û kompaniyên çekê kîmiyayî daye rijêma Îraqê bikin,bixebitin. Bi vawayî jî, berî her tiştî, em dê ruha şahîdan şad bikin û dilrehetiyê ji bo malbatên serbilindên şehîdan û nifşî nû bidest bixin û tezmînata bo xelkê lêqewmiyê Kurdistanê misoger bikin.
Xuşk û bira
Ji wezîfeya ser milên me ye ku jiyan û jiyara xelkê Helebce û tevaya malbatên şehîdên serbilin baş bikin. Weke hewleke destpêkê ya karên me, me biryara zêdekirina meaşê warsên şahîdan daye. Ji bona sudwergirtin ji bernameyê akincîkirinê, me birayar daye xaniyan bo hemû malbatên şerhîdên Helebceyê û malbatên enfalkiriyan ava bikin. Bê şik divê zêdetir û pêtir çavê me li ser Helebce, Germiyan û deverên din yên zirar gihiştiyê be, lê di heman demê de her kesê/a bi wijdan li Helebceya îro binêre û bi salên borî re miqayîse bike, dê bibîne ku di warê avadakirinê de gavên baş hatine avêtin û em destxweşiyê li hikûmeta xwe, sazî û hevalên xwe, ji bona wê hîmeta kirî, dikin. Lê belê xelkê Helebce, xelkê Germiyan û xelkê deverên lêqewmiyên Kurdistanê hêjayî xizmetên baştir, ciwantir û hîmeta zêdetir in.
Serokê herêma Kurdistanê cenabê kak Mesûd di serdana xwe ya dawiyê de bo Helebceyê, bi nûnerên xelkê Helebceyê re civiya bû û daxaza xelkê vê deverê bo dana zanîngeha Helebceyê pesind kir û ji bo ku Helebce bibe wîlaye jî pêngav tên avêtin.
Ez hatim vir da peyamê wê çendê bigihînim we ku ew daxaza we ji cenabê serokê herêmê kir bû, cîbicî dibe, îro bersiva me bo qetlîama xelkê Helebceyê, danana kevirê bingehîn bo zanîngeha Helebceyê ye, da ku Helebce bo rewşa xwe ya berê vegere û bibe nawendeke pêşkeftîya rewenbîrîyê ku cîyê rêz û teqdîra hemû xelkê Kurdistanê û devrê be.
Nuha jî em rewşa îdariya Kurdistyanê di ber çavan re derbas dikin û em mijûlî wê ne ku sîstemeke îdarî wisa pêkbînin ku çend nawendên îdarî li Helebce û cîyên din vekin û selahiyetê û desthilatên mezin jê re destnîşan bikin, da ku xelkê van deveran neçar nebin ji bo hindek karên îdarên biçin Silêmaniyê yan Hewlêrê, ev yek jî, ji bo ku Helebce bibe wîlaye, pêngaveke giringe heta ku meseleyên destûrî û qanûnîê timam dibin.
Xuşk û birayên birêz
Bîranîna 22saliya Helebceyê digel derbasbûna qonaxeke giring ji pirosesa siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê hevdeme. Çend rojeke pirosesa hilibjartinên çarenivîssaz çêbûne, encamên hilbijartinan nexşeyê siyasiyê Îraqê diyae dikin, ev jî me dixe pêşiya berpirsiyariyeke din ku pêwîste weke xelkê Kurdistanê em navmala xwe rêkbixin ve û bi yek rêzê û yekhelwestî biçin Bexdayê. Arîşe, nakokî û milmilana xwe ya navxweyî li aliyekî deynîn û bi xîtabeke yekgirtîya netewî ku, zamina bihêzkirin û xurtkirina cîyê kurd li Bexdayê be, bixebitin.
Bê şik xurtbûna cîyê kurdan li Bexdayê girêdayî bi hêzbûn û xurtbûna sîstema hukimdariya navamala me bixwe ye. Pêwîste li herêma Kurdistanê, em sîstema avakirian saziyan xurtir bikin, desthilatên partiya ji yên hikûmetê cuda bikin, divê hêza pêşmergeyî bikin hêzeke yekgirtî ya nîzamî bo sertaserî Kurdistanê û saziyên asayîşê li sertaserî Kurdistanê bikin yek sazî, pêwîste em hemû bi awayekî muesesatî rû bi rûyê diyardeya gendeliyê û îdareya xirab bibin.
Xuşk û bira
Bi vî awayî em dê li hember ruha şehîdên xwe wefadar bin û dê ruha wan şad bikin. Di vê qonaxê de berpirsiyariyeka dîrokî li ser milên me ye, ji bona şadkirina ruha şehîdên Helebceyê, weke payamek ez daxazê dikim bîranîan 22saliya Helebceyê bikin hêvênê yekrêzî û rêkxistina navamala kurda.
Da bîranîna Helebceyê bikîn destpêka qonaxeke nû ya xebatê bo zêdetir avadankirina Helebce û tevaya Kurdistanê.
Da bîranîan Helebceyê bikîn roja dupatkirina peyama wefadarî û dilsoziyê beramber şehîdên xwe.
Li vir careke din ez dibêjim ku qet û qet Helebce jibîra me naçe, qet û qet ew tawana li Helebceyê çêbûyî jibîra me naçe. Bi hemû îmkanê xwe em dê bixebtin da ku qetlîamke weke Helebceyê li welatê me çênebe.
Xuşk û bira
Em bi îradeya xelkê Helebceyê serbilind in. Ji bo xelkê Kiurdistanê bîreweriyeke giring e, nasnameya xelkê Kurdistanê ye. Ez bawer dikim bi hîmeta hemû têkoşer, dilsoz û xemxorên miletê me ev bîranîn û bîrewerî hertim dê di dilê me de zîndî be. Em rê nadin ku careke din tawaneke din a weke Helebce, weke enfalan li Kurdistan me çê bibe.
Hûn jî her serbilin û şad û serferaz bin.
krg.org