Serokê hikûmetê bi opozisyonê re civya
Îro Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li avahiyê civata wezîran bi şandeyeke parlamenterên ser bi lîsteya Goranê re civiya.
Di civînê de serokê hikûmetê got ku hikûmeta herêma Kurdistanêbê cugahî, hikûmeta hemû xelkê Kurdistanê ye, ji wezîfeya hikûmetê ye jî ku rê li pêşiya hemû zêdegaviyan bigire û hikûmet girêdayî qanûnê be.
Salih di berdewamiya axaftina xwe de got:
– Hikûmet ji arîşe û piroblemên xelkê Kurdistanê berpirsiyar e. Lê di heman demê de ji wezîfeya opozisyonê jî ye ku di çarçoveyê berjewendiyên giştî de û dûr ji armancên siyasî tevbigere. Çareserkirna beşek ji arîşeyan pêwîstê bi kodengî û alîakriya hemû aliyan heye.
– Bi birayereke zelal û eşkere ya serokê herêma kurdistanê û serokatiya hikûmetê em rik bûn li ser hindê ku bi bêterefî atmosferekî azad û aram bo hilbijartina pêkbînin. Me bi kiryar îspat kir ku hikûmetê bêtagîrî karê xwe kir. Rola saziyên têkeldar di warê parastina aramî û rêgirtin li pêşiya bûyerên nexweş li ber çavaye.
Serokê hikûmetê got ku nehêlana wê aloziya nuha li ser meydana siyasiya Kurdistanê heye şertê serke yê hevahengiya navbera aliyên cihêye û du xizmeta xelkê Kurdistanê de ye.
Parlamenterên lîsteya Goranê daxaznameyek pêşkeşî serokê hikûmetê kir û serokê hikûmetê jî got ku dê aliyên têkeldar dûvçûnê li ser wê daxaznamî bikin.