Nivîsar

Ji bo çi Mistefa Barzanî

 

Bê guman gelek gotin hene ku mirov li ser jiyan û xebata siyasî ya Mistefa Barzanî bêje, Barzani ew kesayete ku temenek bi tenê rêya destxistina mafê rewa yê neteweyê kurd de derbas kir. Ji xwe tişta ku Barzanî gihand merteba Serokê Netewî , ew bû ku bê  yek demjimêrî berjewendiyek xwe şexsî nefikirî hemû jiyana xwe  ji bo kurd jiyanek azad bijîn Terxan kir.

Barzanî bi kesayeta xwe ya berz, pêşmergetiya xwe ya serkeftî, zanebûna xwe ya siyasî, naskirina civata kurd bi kûrahî,rêvebirina diplomasiyek bi hêz û ji hemûyê girîngtirîn hijêkirina wî ya kurd û Kurdistanê bû bingehê Rêbazekî ku miletê kurd pê bighê mafên xwe yên rewa.

Taybetî di qonaxa ku tevgera azadixwaz a Kurdistanê têre derbas dibe, didê nîşandan ku ,ka çikas rêbazek netewî pêwiste ku mirov li ser rêve herê daku tujî xeletiya nebê. Zemînê xeta netewî rêbaza Barzaniyê Nemir e.

Rêbaza Barzanî demane ku, berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bête girtin. Eger di roja me de rêbaza Barzanî bi awayek pêwist bê têgihandin ew bibe wek rêbazek mirov bi temamî li ser siyasetê bike tu cara bi hemd û hişê xwe mirov xeletiya di rêya destxistina mafê rewa yê neteweyê kurd de nake.

Di rojek wek îro de bi minasebeta koça dawî ya barzaniyê nemir, wate ewe ku bi rêbaza wî ya pîroz têbigihe û li gora wê jî di siyasetê de tevbigere.

heweha îro pêvajoya ku kurd têrê derbas dibin hate ispat kirin ku tu îdeolojiyek yan jî rêbazek ji bilê rêbaza Barzanî kurda ber bi dewletbûnê ve nabe. Rêbaza Barzanî rêbaza serxwebûna Kurdistanêye.

1.Adar.2019

D. Bilek

Back to top button