CîhanRojev

Ji bo Bingehê leşkerî li Încirlikê wezereta bergiriyê daxûyaniyek ragihand

Li Tirkiye bingehê Încirlik li Edenê ji bo Amerika û NATOyê gelekî girîng e. Her dema helwesteka Amerikayê ne bi dilê Tirkiyebe, pirsa Încirlîk tê rojeve. Piştî daxûyaniya serokê Amerikayê Biden di derbarê jenosida Ermeniya , Tirkiye bertekek tund nîşanda û daxûyaniya Biden red kir.

Niha jî hinek ji Tirkiye dibêjin ku bila Ala Amerikayê li Încirlik ê bînin xwar û tenê Ala Tirkiye bilindkirîbe. Di vê derbarê de wezereta bergiriya Tirkiye daxûyaniyek da û got: Bingehê leşkerî yê balafira Incirlik bi temamî aidê Tirkiyeye û di bin fermana efserên Tirk de ye.

Wezereta Bergiriya Tirkiye di daxûyaniyê de dibêje ku, maddeyek a protokolû di navbera Amerika û Tirkiye di derbarê rewşa Incirlîkê de heye û dibêje: Hêzên çeddarên Tirk di bingehê xwe yê leşkeri de ji bo karên hevbeş cih dide Amerikayê.

Back to top button