HevpeyvînRojev

Em dixwazin pêwendiyên me yên baş ligel hemû cîranên me hebe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala Aljazeera, ku vê êvarê hat weşandin, ragihand; Herêma Kurdistanê pêwendiyeke dostane ligel cîranên xwe dixwaze. Herwiha ji ber hebûna gefên teror û DAIŞê, bi pêwîstî dibîne ku Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bimîne.

Kanala Aljazeera vê êvarê di demjimêr 19:05ê de metna hevpeyvîna kanalê ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weşand.

Di hevpeyvînê de derbarê mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Gefa terorîzmê li Iraqê hê jî cidî ye. Ji ber vê yekê hê jî hevkarî û alîkariya hêzên Hevpeymanan ji bo hêzên Iraqê di rûbirûbûna terorê de pêwîst e, ev jî nêrîna hevbeş a hemû endamên şanda hikûmeta Iraqê ye ji bo gotûbêjên stratejîk, di nav wan de jî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ev gotûbêjeke stratejîk e di navbera Hikûmeta Iraqê û Amerîkayê de, Herêma Kurdistanê jî beşek e ji wan gotûbêjan, hemû bi wê yekê ve girêdayî ye ku biryara siyasî ya Iraqê dê çi bibe di vê proseyê de. Herêma Kurdistanê ti siyaseteke cuda ji xaleke di wan gotûbêjan de hatiye behskirin, nake.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser gefên DAIŞê ragihand; em di wê baweriyê de ne ku hê jî DAIŞ metirsiyeke mezin e, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo Iraq û hemû Rojhilata Navîn û cîhanê jî. DAIŞ bi temamî nehatiye jinavbirin, ji aliyê îdeolojiyê ve DAIŞ hê jî gelek çalak e û hê jî xelkê radikişîne nav rêzên xwe, her weke van demên dawî me dît; hê jî şiyana wê ya encamdana kiryarên terorîstî li deverên cuda yên Iraq û Sûriyê heye. Hê jî şiyana wan heye ku salane bi qasî 150 milyon dolar bi dest bixe, niha jî hejmareke mezin a endamên DAIŞê hene. Loma divê ev metirsî were kontrolkirin, bêyî hevkariya hêzên Hevpeymanan jî, ez bawer nakim hêzên ewlehiyê yên navçeyê amade bin bi tenê û di demekê de rûbirûyî hemû zehmetiyan bibin.

Derbarê hemahengiya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo kontrolkirina wan deverên ku valahiya ewlehiyê tê de heye, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me çendîn car wê yekê aniye ziman ku li hinek deveran valahiya ewlehiyê heye, bi taybetî li deverên ku ji wan re ‘deverên cihê nakokiyê’ tê gotin. Piraniya êrîşan ji wan deran têne encamdan, an jî li wan deran plan têne dariştin. Ji bo nehiştina wê valahiyê, me ji mêj ve pêşniyara wê yekê pêşkêşî Hikûmeta Federal û Serokwezîr kiriye, ku divê hêzeke ewlehiyê ya hevbeş li wan deveran pêk were, ji bo parastina deverê û rêgirî jî li çekdarên DAIŞê bike ku karên terorîstî li wan deveran encam bidin. Loma bi hebûna wê hêza hevbeş û hemahengiyê, dê wisa bike ku guhertineke mezin rûbide, ev jî di encamê de wisa dike, ew dever seqamgîr bibe û bibe sedema seqamgîrtirbûna rewşa Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din a hevpeyvînê de, Serokwezîr li ser dostanî û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: “Ez nizanim bi temamî mebesta te çi ye, lê Îran cîrana me ye û berjewendî û siyaseta wê li Iraqê heye, siyasetên me jî gelek zelal û eşkere ne, em dixwazin pêwendiyên me yên baş ligel hemû cîranên me hebin, di nav wan de jî Îran. Sînorekî me yê dirêj ligel Îranê heye, loma em hêvîdar in ku pêwendiyên me bihêztir bibin li ser bingeha rêzgirtina hevbeş, ku di karûbarên hev de destêwerdanê nekin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rewşa ewlehiyê ya deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û operasyonên Tirkiyê û hebûna PKKê li deverên sînorî kir û got: “Ev kêşeya navxwe ya Tirkiyê bû aniye nav xaka Herêma me, ev kêşeya navbera PKK û Tirkiye ye, ne kêşeya Iraqê û ne jî kêşeya me ye. Ev kêşe rûbirûyî me hatiye kirin, bi taybetî di wê dema ku em bi rûbirûbûna DAIŞê de mijûl bûn. Me piraniya hêzên xwe di şerê dijî DAIŞê de terxan kiribû û ew dever bêhêz mabûn. Mixabin PKKê ev weke derfetek bi kar anî û hewl da hejmûna xwe berfirehtir bike, bi taybetî ji aliyê serbazî ve li wan deveran, loma hêzên PKKê dest bi ser wan deveran de girt, ku hêzên me tê de bûn, gelek ji xelkê sivîl ê wan deveran jî ji ber şer û neseqamgîriya li wan deveran a navbera Tirkiye û PKKê heye, nekarîn vegerin nav malên xwe.”

Herwiha eşkere kir: “Ji ber nakokî û şer, nêzîkî 800 gund li wan deveran nehatine avedankirin. Destpêkirina aloziyên van demên dawî jî, hejmareke din a xelkê deverê neçar kiriye ji gundên xwe aware bibin.”

Back to top button