Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîtya Lêskovar Balyozê Vatîkan li Iraqê kir ku piştî destbikarbûnê, cara yekeme bi fermî serdana Herêma Kurdistanê dike.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Vatîkanê dinêre, her wiha serdana Papayê Pîroz ya li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rûdaneke dîrokî da zanîn û hêvî xwest bibê handerê vegerana Mesîhiyan li welatê wan ku ji ber şer û tundiyên salên derbasbûyî, hejmareke zêdeyê wan Iraqê bi cîh hiştine.

Serok Nêçîrvan Barzanî vekirina Zanîngeha Katolîkî ya li Enkawe bi hengaveke girîng û erênî da zanîn û tekez kir ku perwerde bingeha serekiya civakeke baş û pêşketiye, ji bo wê yekê divê gelek girîngiyê bi kalîteya xwendinê û çanda pêkvejiyan û lêborînê bê dayîn û zanîngeh toreke berfireh peywendiya li gel zanîngehên cîhanê dirust bikin bo ku zêdetirîn sûd ji ezmûna serkeftiyan bibînin û bibin pira peywendî û bihêzkirina pêkvejiyan û lêborîn û hevdû qebûlkirinê.

Birêz Balozê Vatîkan li Iraqê spas û pêzanînên Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir ku li gel koçberên dinê Iraqê dergeh bi rûyê koçberên Mesîhiyan da vekiriye û balkişan li ser wê yekê jî ku li Vatîkan bi girîngî û rêz û hûrmeteke mezin ve vê helwest û kultûra pêkvejiyan û lêborînê û hevdû qebûlkirina li Herêma Kurdistanê dinêre û spas û destxweşiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û berpirsan û gelê Kurdistanê ya ji bo wê pêşwaziya germa ku li Herêma Kurdistanê li Papayê Pîroz kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola girînga Mesîhiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û ronahî kir ku Mesîhî pêkhateyekî resen û serekiyê Herêma Kurdistanê ne û roleke wan ya ber bi çav li xizmetkirin û avakirin û ber bi pêşvebirina Herêma Kurdistanê û bihêzkirina çanda pêkvejiyanê da dibînin. Dûpat jî kir ku ji bo zaminkirina mafê hemû pêkhatên Kurdistanê, li destûra Herêma Kurdistanê da ku mijule tê amadekirin hemû mafên Mesîhiyan û tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan tê parastin.

Rewşa Deşta Nînowa, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên pejika Korona û helmeta derziyê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartin û rewşa Iraqê bi giştî û gefên li ber wê, çend mijareke dinê civînê bûn ku şandeke Dêrê jî têda beşdar bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: