Nivîsar

Ji Bo 65 Saliya Partiya Damokrat a Kurdistanê

Ji Bo 65 Saliya Partiya Damokrat a Kurdistanê

Birêz kek Mesûd BARZANI
Divê 16 tabaxe da a 2011,
65 saliya Partiya Demokrata Kurdistanê bi coşekî netewî pîroz dikim.

Sal 1946,  Serokê nemir Mele Mustefa BARZANI û bi tevî hemu hevalên xwey Peşmerga
ewan ji bo parastin û rizgarkirina Cumuhuriyeta Mahabade heta dawiye bi berxwedanek mezin bi erkên xwey birati û netewî,  wek her tim jibo rizgariya netewa Kurdistanê bi bedelên mezin, li gel Kazi Mehemed, şêrane li hember êrişkarên leşkerên Şahe Irane, gelê xwe bi qehremaniyen mezin parastin.

BO AZADIYA GELÊ KURDISTANE û ji bo me hemuyan ew berhemên destanên riya berxwedanan, xebatên yekitiya netewa Kurd, xiretî, dilsozi û rastiye afrandin.

Ew di wexta li Mehebade, di vekişindina xwe da jî, di demeki berfî, qeşayîya dijwar de, dur û direjda ber bi riya Rusiyayê’da di nivên çar sinorên dakirkeranda jî êrîşên dijwar li wan hate kirin, birindari û qurbani dan, bi nexweşî û bi birçîbun ezyetên gelek mezin keşandin.

Di wê jiyana tuj û dijwar de 16 / Tabaxe / 1946
bi rebertiya nemir Mele Mustefa BARZANI û Hevalên xwe
Partiya Demokratiya Kurdistanê damezrandin.

Di salên maciriyêda li Rusyaye û heta vegera wani welat di gelek di rewşên zor xirap’da xebatên xwe bê westan heta dawiya jiyanên xwe bi rêbertiyek şoreşgeri ber bi avakirina bingêha temelên dewleta Netewa Kurda roj bi roj di fersetên bi dest xisti da kevirên bingehîna HÊVÎYANE DANIN.

Partiya Demokratiya Kurdistanê
xwedi dirokeki zor mezin û Destanîyê û hêvîya me hemu Kurdaye
Bi hurmet û hêviya berdewama resenkirina bo van hêviyan û zor xurtkirinan.

Hevîdarim ku Cenabe wê Serokê Partiya Demokratiya Kurdistanê, bi Cenabe Ci-gire we re, bi tevî Komitaya Rêberti, Delege û bi gişti endamên Partiya Demokratiya Kurdistanê,
pişti Kongeraya 13’an biryarên reformên bi hêz, hevdem û pir rengiyek de, di riya berz kirina hemû aliyên berjevendiyên Netewa Kurd û Kurdistanê da
bi Demokrasiyek şefaf da bi serkeftin karibin çêkin û gelê xwe hembez bikin.

Rêz, hûrmet û serkeftin bo we û Partiya Demokratiya Kurdistanê

16.08.2011
Şuayib ADLIG
[email protected]

Back to top button