65 salîya damezrandina PDK ê
65 salîya damezrandina PDK ê Pîroz bê
PDK ji alîyê Qahramanê asra bîstan, dûrbînê mezin û hemdemî Mustefa Barzanî hat ava kirin. Di wê demê de û bi taybetî piştî têkçûna Komara Mihabatê ku bi serokayetîya Qazî Mihemed hatibû damezrandin, kurd gelekî belawela û ne li ser hev bûn. Mustefa Barzanî, di nava tahde û zora ku alayîyên Sultan Abdulhemîdê Osmanîyan dikirin de mezin bibû û bi çavên xwe tehde û zora ku li xelkê kurdan û li kurdistanîyan dikirin dîtibû.
Barzanî, di fikirî, di ponoijî ji bo ku çareyekê ji belawelabûna kurdan re bibînê. Dîtibû. Çare, avakirina partîyekî neteweyî ku hemû kategorîyên kurdan di nava xwe de bi cih bikê. Bi navê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek malekê ji bo hemû kurdan ava kir.
Tesîra kar û xebata Barzanî û partîyê di demekê kurt de li herçar alîyên Kurdistanê bi hawayekî kurdewarî û ji bo mafên kurdan bidest xwe xê belav bû. Min navê Barzanî, di sala 1960 tî de bihîst.
Mala me nuh hatibû bajêr û kupa eskerî li Tirkîyê nuh pêkhatibu. Navê Barzanî, wek şewqekê ketibû dilê kurdan. Ew şewq hê di wê demê de digel ku ez zarok bûm ketibû dilê min jî. Gotina navê Barzanî, bibû kurd û kurd jî bibû Barzanî. Her ku dem diçû, tîrêjê vê şewqê di nava kurdan de belav dibûn.
Ez hê di refa (kilasa) 6 an debûm. Mamostayekî me ku tirk bû, pêzanî bû em çend xortên kurdan, di dibistanê de qala Barzanî û pêşmergeyan dikin. Ba me kir û ji me re got: “Vêderê Tirkîyê ye, ger hun bi xwazin herin ba Barzanî. Li vir qala Barzanî nabê hun bikin. Vir axa Tirkîyê ye û ala tirkî livir hilda ye.” Navê Barzanî, ji bo kurdan wek rêka azadîyê û ji bo neyaran tirs û xof bû. Xebata partîyê, li herçar alîyê Kurdistanê, bû rêya azadîyê û bidestxwexistina mafên kurdan.
Dubare 65 salîya PDK ê û rojçêbûna serokê wê pîroz dikim
Felemez Akad
2011 08 16 Swêdê