Pirojeya Pêşîvekirina Kurd a AK Partiyê ye yan ya DYAyê ye?
Di rapora 2007’an a bi navê “Bêçekirin, ji çiya daxistin û civakîkirina PKK’ê” ya ji aliyê Komîteya Neteweyî ya Polîtîkaya Derve ya Amerîkayê ve hatiye amadekirin de gelek tiştên ku têne rêzkirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin. Di raporê de ji vekirina qenaleke kurdî ya dewletê heta sivîlkirina artêşa tirk, gelek tişt cih digrin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê pirsa “Pêşîvekirina Kurd a AK Partiyê ye yan ya DYA’yê ye?” tê kirin.
Li ser navê Komîteya Neteweyî ya Polîtîkaya Derve ya DYA’yê David L. Philips, di 2007’an de raporeke bi navê “Bêçekirin, ji çiya daxistin û civakîkirina PKK’ê” amade kir. Ajansa AKnews’ê ev rapor bi dest xist û hemû kîtekîtên vê raporê diweşîne. Di raporê de behsa rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd tê kirin. Gava mirov dema amadekirina raporê û roja îroyîn dide ber hev, mirov dibîne ki hikûmeta Tirkiyeyê gelek tiştên di raporê de heta niha bi cih anîne. Ji ber ku “Pêşîvekirina Kurd” ku di 2007’an de bi awayê ku di raporê de cih digre ji aliyê AK Partiyê ve hate destpêkirin, angaştên ku hikûmet û DYA’yê li ser çareserkirina pirsgirêka kurd li hev kirine, derdixe holê. Rapor li Tirkiyeyê ji aliyê hin saziyên ramanê ve ji bo tirkî hate wergerkirin û di civînan de hate nîqaşkirin.
‘Barzanî û Talabanî divê bi PKK’ê re têkilî deynin’
Di raporê de tê gotin ji bo ku li Tirkiyeyê gavên demokratîk bên avêtin, pêwîst e serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û serokdewletê Iraqê Celal Talabanî, bi PKK’ê re bikevin têkiliyê û agirbesteke 12 mehî bidin îlankirin. Di raporê de tê diyarkirin bi îlankirina agirbestê re dê reform bi pêş bikevin û ev tişt tê nivîsandin: “Ev rewş jî (agirbest) di navbera Tirkiye û PKK’ê de, dê pêvajoyeke bêdengbûne ku firsendê dide pêşketina reforman bi xwe re bîne.”
‘Divê reform bên kirin’
Di raporê de pesnê rakirina xala 301’ê ya Qanûna Cezayê Tirk (TCK) a ku li Tirkiyeyê “tirkbûnê biçûkxistin” û rexnekirina saziyên dewletê weke sûc dibîne, tê dayîn û tê xwestin ku guherînên wiha yên makeqanûnî pêk bên. Di raporê de tê xwestin ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ku kurdan hedef digre bên guhertin û ev tişt tên xwestin: “Dewlet divê di saziyên xwe yên medyayê de, mafên kulturî yên ku bikaranîna kurdî pêk tîne, berfireh bike, perwerdehiya gel û xizmetên cemaweriyê bide.”
‘Divê artêş bê demokratkirin’
Di raporê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) weke “Perçeyek dewleta kûr a nasnameyeke nû lê hatiye kirin” tê binavkirin û derbarê TSK’ê de ev tên gotin: “Divê Hêzên Çekdar ên Tirk weke ‘artêşeke demokratîk’ peywir bike. Ne MGK ne jî TSK (artêşa tirk), nikarin çavên xwe ji koçberiya girseyî û valakirina gundan re bigrin. Ew nikarin bi hêzên tarî yên ku sivîlan dikujin û arîşeyan derdixin, sûc dikin re hevkariyê bikin. Operasyonên wiha dikare hemû saziyên Hêzên Çekdar ên Tirk qirêj bike. Dikare fermandaran bide şermê û zirarê bide rêzdariya Tirkiyeyê ya navneteweyî.”
‘Divê ji serxwebûna Iraqê re rêz bê girtin’
Di raporê de, ji bo Tirkiyeya ku Herêma Kurdistanê weke “xeta sor” didît û statûya kurd a li Kurdistanê weke “hincetê şer” didît re, şîretên wiha tê kirin: “Tirkiye bi Rêveberiya Herêmî ya Kurd re dikare hevkariyê bike û berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze. Di heman demê de li gorî peymana têkoşîna bi terorê re, dikare bi dewleta Iraqê re li ser fînans û îstîxbaratê hevkarî bike û zexta li ser PKK’ê zêde bike. Tirkiye di qada neftê (petrol) de xwedî berjewendiyeke xurt a aborî ye û ji wir neqliyeteke bi kar a enerjiyê pêk tîne. Şîrketên tirk ên înşeatê, li Bakurê Iraqê dikarin bibin şîrketên sereke yên ji vê qadê sûd werbigrin. Her wiha Tirkiye dikare li hemberî hebûna Rêveberiya Herêma Kurd a laîk ku berê wê li rojava ye re, xweşbîn be.”
‘Divê Kerkûk li ser Herêma Kurdistanê be’
Di raporê de tê xwestin ku Kerkûk bikeve ser herêma kurd û ji Tirkiyeyê jî tê xwestin ku li hemberî van hewldanan nebe esteng. Dapor, derbarê Kerkûkê de van daxwazan dike: “Divê Tirkiye hewldana ku Kerkûkê bixin ser Rêveberiya Herêma Kurd asteng neke. Tirkiye çiqas li dijî vê yekê derkeve, iraqî jî dê evqas zêde hewl bidin ku ev yek biçe referandûmê û ev yek jî dê bi xwe re vê bîne; mekanîzmaya rêveberinê ya parastina mafên welatiyên ne kurd a Rêveberiya Herêma Kurd li Kerkûkê dê qels bibe. Ji ber vê yekê jî divê Tirkiye daxwaza tiştên ku dê kes guh nedê, neke. Çimkî ev yek Tirkiyeyê qels û bêtesîr nîşan dide.”
‘Ji bo PKK’iyan divê efû bê derxistin’
Di raporê de, di bin sernavê “Divê efû bê derxistin” de, tê diyarkirin ku divê AK Partî PKK’ê bêçek bike û ji çiya bîne xwarê. Ji bo ku ev yek pêk bê, rêbazeke wiha tê pêşniyarkirin: “Êdî wext hatiye ku AK Partî serkeftina xwe ya hilbijartinê, li gorî berjewendiyê xwe bi kar bîne û PKK’ê bêçek bike û ji bo ji çiyan bên xwarê, wan qanih bike. Ji bo vê yekê jî divê planeke efûyê lêkolîn bike. Ji ber ku plana her efûyekê divê pêl bi pêl bi pêş bikeve, serê pêşîn dikarin ji bo milîtanên ku piştî 2002’an tevli PKK’ê bûne, sererastkirinek çêbikin. Ji bo kadroyên sereke yên ku raya wan a fermandayînê tune ye, divê piştre efûyek bê derxistin. Divê 134 fermandarên payebilind ên ku ji aliyê înterpolê ve bi bultena sor tên gerîn, nekevin nava efûyê. Lê ew dikarin ji bo welatên ku dixwazin lê bimînin, daxwaza bicihbûnê bikin. Di nava van welatan de Iraq jî heye. Jixwe Serokomar Celal Talabanî, dibêje ew dikarin li Iraqê bi cih bibin. Tirk dixwazin hemû payebilindên PKK’ê li Tirkiyeyê bên darizandin. Digel ku paşerojeke dûvedirêj ya Tirkiyeyê ya efûyê heye jî, ger Tirkiye dev ji edaletê berde, ev ê ji bo wê bibe reçeteyeke tal. Ger rêberên PKK’ê di nava efûyê de cih negrin, ji bo ku leşkerên wan ji dest neçe, çi bikeve ser milê wan, dê bikin. Têgehên ku ji bo efûyê tên bikaranîn pir bi talûke ne. Têgeha ‘Efûya giştî’ cihê nîqaşê ye. Di şûna wê de mirov dikare têgeha ‘Qezençkirina bo civakê’, bi kar bîne. Ev yek dê ji bo projeyê têgeheke maqûl be.”
Divê navbeynkarek bê dîtin
Di raporê de tê destnîşankirin ku di şûna PKK’ê de DTP bibe navbeynkar û ev yek wiha tê formulekirin: “Mirov di warê polîtîk de, nikare di hevdîtinan de PKK’ê weke muzekerevana fermî bi nav bike, mirov nikare tehamûlê vê yekê bike. Ji ber vê yekê DTP dikare bibe navbeynkar. DTP di Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo ku hilbijêrên kurd temsîl bike, xwedî 21 parlamenteran e. Her wiha di heman demê de di bin destê wê de gelek rêveberiyên herêmî hene. Ev yek jî bo navbeynkariyê meşrûiyeteke polîtîk a pêwîst dide DTP’ê. Birêz Erdogan bang li DTP’ê kir û ji wan xwest ku PKK’ê şermezar bikin. Lê ev helwest dikare zirar bide peywira wan a navbeynkariyê. Bi vî awayî têkiliya endamên DTP’ê yên bi Ocalan, bi Qendîl, bi mîlîtanên PKK’ê yên Tirkiyeyê û bi dîasporaya kurd a li Ewropayê re dikare zirar bibîne. Pir girîng e ku mirov baweriya li hemberî parlamenterên DTP’ê zêde bike. Endamên DTP’ê bi taybetî jî nexwazin PKK’ê şermezar bikin jî, dikarin bi awayeke giştî terorê şermezar bikin û bi vî awayî baweriya li hemberî xwe zêde bikin. Ji ber ku neteweperest DTP’iyan weke kesên haydut dibînin, divê AKP di pêvajoya demokratîkbûnê de DTP’ê weke şirîkek rast bin av bike û bi vî awayî vê etîketa li ser wan telafî bike. Balyozê DYA’yê û endamên din ên civaka dîplomatîk divê DTP’iyan di asta herî bilind de pêşwazî bikin û li hemberî wan neyartî nekin. Servîsên Îstîxbaratê ya Frensa û Almanyayê ku tê zanîn bi PKK’ê re di nava têkiliyê de ne, dikarin piştgirî bidin hewldana DTP’ê ya nêzikbûna dîasporaya kurd.”
Divê pêvajoyeke rastî û lihevhatinê bê dîtin
Di raporê de ji bo çareserkirinê weke ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî gelek caran dianî ziman tê xwestin ku komîsyoneke weke “Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan” bê avakirin. Di raporê de, daxwazên wiha tên kirin: “Tirkiye bi neçariya çareserkirina pirsgirêka ji ber terorê re rû bi rû ye. Avakirina Komîsyona Rastiyan û Lihevhatinê dikare baweriyek ava bike û ji bo qedandina tundiyê bibe alîkar. Ev komîsyon dikare li dijî kevneşopiya destnedayînê (dokunulmazlik) şer bike û ji bo saxlemkirina bilindkirina hiqûqê bibe alîkar. Çimkî mirov zû bi zû nikare xwe bigihîne rastiyan. Çimkî gelek ‘rastî’ hene. Herdu alî jî ‘rastiyan’ li gorî xwe şîrove dikin û herdu alî jî di rastiyên xwe de bawer in. Tirk di şûna ku li benda sekinandina terororê bimînin, divê tecrûbeya welatên din ên ku ev pirsgirêk jiyane û edaletê pêk anîne, lêkolîn bikin. Ji bo ku lîteratûra navneteweyî ya derbarê mijarê de bê lêkolînkirin, divê pisporên tirk derkevin seyahetê û dest bi lêkolînan bikin. Her wiha dibe ku ji bo vê pêvajoyê pisporên Pêvajoya Rastiyan û Lihevanînê bînin Tirkiyeyê. Muzakereyên nepenî yên ku di vê mijarê de bên kirin, dikare ji bo tirkan bibe modelek û tirk dikarin li gorî rastiya xwe komîsyoneke rastiyan û lihevanînê ava bikin.”
Divê razemeniya binesaziyê bê kirin
Di raporê de ji bo bipêşxistina çareseriya aborî jî tê pêşniyarkirin ku xebatên çêkirina rê û anîna avê, xebatên binesaziyê bên kirin û di vî warî de pêşniyarên wiha tên kirin: “Projeyên nû yên bendavan, dikarin ji bo mezinbûna aboriyê ceyrana bê mesref hilberîne. Balafirgeha Diyarbekirê, ji bo ku ji çûn û hatina navneteweyî re bê vekirin, divê bê modernîzekirin. Ji bo bipêşxistina çavkaniyên enerjiyê li Başûrê Rojhilat ê Anatolyayê, dikarin çavkaniyên fînansê, ji şîrketên enerjiyê yên dewletê peyda bikin.”
‘Divê cerdevanî bê rakirin û vegera gundan pêk bê’
Di raporê de tê destnîşankirin ku YE, Hikûmeta Tirk, Fona Bilindkirina Herêma Ewropayê, Fona Civakî ya Ewropayê û Fona Mîsogerkirinê û Piştevaniya Çandiniyê ya Ewropayê, divê ji bo “Aştî û Pêşveçûnê” bibin sponsorê hevpar û vegera gundan jî pêk bê. Di raporê de, wiha tê gotin: “Ev alîkarî dikare piştgirî bide ‘Projeya Vegera Gundan’ û divê zirara kesên ku mal û milkê wan, xaniyê wan zirar dîtine, bê bersivandin û tazmînkirin. Divê statûya taybet a îdarî ya bajarên li Başûrêrojhilat bê betalkirin û pergala cerdevaniya gundan bê rakirin. Bi saya van bexşandinên (bağış) navneteweyî îstîhdamkirina projeyan dê bê zêdekirin û digel cerdevanên teqewîtbûyî, cerdevanên din ên gundan jî dê bi civakê re bibin yek.”
‘Pêwîst e li Xabûrê deriyên nû yên sînor bên vekirin’
Di raporê de bal tê kişandin ku li Başûrêrojhilat betaliya ji sedî 30 dikare bi pêşvebirina endîstrûyên çandinî û sewalvaniyê bê kêmkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka betaliyê jî rê û rêbazeke wiha tê pêşniyarkirin: “Di şûna avdaniya ku rûyê axê ji holê radike de, divê avdaniya dilop bê bipêşxistin. Bi reforma axê û rêbaza nû ya avdaniyê û gubreyê, dê dawiya pergala axatiya gundan jî bê. Li Xabûrê mirov dikare deriyên nû yên sînor veke. Di şûna ku kamyonên ku barên xurîniyê yên ku zû xira dibin ji Iraqê tên bi qestî li sînor bên sekinandin, divê jendirmeyên tirk çûn û hatina li sînor leztir bike. Wezareta Karê Hundir jî dikare razemenî û şîrîkatiya li Başûrêrojhilat li ber çavan bigre û ji karsazên Bakurê Iraqê re vîzeyê hêsantir bike. Ger li Ofîsa Serokwezîriyê teşkîlateke plansaziyê bê avakirin, ev yek dê hevkariya di navbera saziyan de teşwîq bike û dê têkiliya di navbera rêveberiyên herêmî û neteweyî de xurtir bike.”
‘Divê polîtîkaya xelat û cezayê bê pêkanîn’
Di raporê de tê xwestin ku zext û zordariya li ser PKK’ê bê zêdekirin, çavkaniyên fînansê yên PKK’ê bên bidawîkirin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tespîtên wiha tê kirin: “Ji bo zext û zordariya li ser PKK’ê zêde bibe, divê çavkaniyên fînansê û saziyên wan ên propagandayê yên navneteweyî, zêdetir di bin zextê de bin. Ji bo bidawîanîna li vê yekê, divê saziyên ku bi binyata xwe Ewropî ne û li ser navê PKK’ê dixebitin, şîrketên paravan (xeyalî) bi baldarî bên lêkolînkirin. Ger bi awayeke aşkera bê dîtin ku piştgirî didin tundiyê, divê bên girtin. Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Ewropayê ku ji Swîsre û Norweç jî di nava wan de ye û ji 25 dewletên endamên Ewropayê pêk tê, divê dahatûya derqanûnî ya PKK’ê vekolîn bike û di vî warî de serkêşî bike. Komîteya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji bo pêşîlêgirtina li çalakiyên terorîst hatiye avakirin, divê bi dewletên Yekîtiya Ewropayê ku şîrketên paravan ên PKK’ê li welatê wan hene re bikeve têkiliyê û hewl bide van şîrketan bigre. Divê pîvanê azadiya axaftinê û dengeya wê baş li ber çavan bê girtin û lîsansa saziyên medyayê yên li Ewropayê ku tundî û kînê tehrîk dikin, bên betalkirin.”
‘Bila Piştgiriya Hevkariya Rêveberiya Herêma Kurd û Tirkiyeyê bê kirin’
Di raporê de tespîta ku dê dawiya dawî Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kurd bibin dostên hev ên herî baş tê kirin û ji bo têkiliyên Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê ev tişt tên gotin: “Niha dikarin xaleke hevpar bibînin û ji bo xurtkirina baweriyê gav bavêjin û aloziyê kêm bikin. Divê Tirkiye dev ji reşkirina Mezud Barzanî berde û ji bo pê re hevdîtin pêk bîne qasidek bişîne û qenaleke dîplomatîk a bê navbeynkar bê vekirin. Gavên pêwîst ên ji bo civînê, dikare ji aliyê Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî ya Kurd Nêçîrvan Barzanî ku girîngiya hevkariya bi Tirkiyeyê re dizane, bên avêtin. Peymana Têkoşîna Li Dijî Terorê ya ku di navbera Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kurd de, encax Rêveberiya Herêma Kurd berpirsyarî bigre, dikare bi tesîr be. Çimkî ji bo Rêveberiya Herêma Kurd lojîstîka PKK’ê bi sînor bike, pêdivî bi gelek gavên berbiçav hene. Dikarin noqteyên kontrolê yên li derdora Çiyayê Qendîlê bi noqteyên kontrola xwe re cih biguherînin û pêşî li rêwiyên ku ji bo PKK fînans dikin tên Balafirgeha Erbîlê, bigrin. Bi şertê ku şêniyên Wargeha Mexmûrê û komên mîna Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) ku alîgirên PKK’ê ne û li Bakurê Iraqê çavên xwe ji tundiyê re digrin, çalakî û bersivdayînê (misilleme) nekin, ji bo vegera Tirkiyeyê, Tirkiye digare temînat bide wan û piştre divê ev wargeh bê girtin.”
‘Ocalan rêberekî pir pêşketî ye’
Di raporê de tê gotin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwaze kurdên Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê di bin sîwana “Kurdistana Mezin” de bicivîne, kurdên ku bi zaravayên cuda yên kurmancî, zazakî û soranî diaxivin û kurdên elewî, sûnî û êzidî bîne ba hev û “Kurdistana Azad” ava bike. Di raporê de ji bo Ocalan tê gotin “Rêberekî pir pêşketî ye”.
Maşallah Dekak / AKnews