Darizandina orgeneralekî

Di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de cara yekem e ku orgeneralek li ser kar, derdikeve himberî dadgehek sivîl û tê darizandin.Piştî hinek guhertinên desturî gelek generalên teqaut derketin himberê dadgehan û êfade dan û biryara girtina wan hate dayîn. Niha gelek ji wan generalan di girtigehê de ne.

Lê ev cara yekê ye ku di çerçova doza Balyozê de orgeneralek li ser kar derket himber dadgehê û ji bo tawanê kirî hate darizandin. Orgeneral Bilgin Balanli, Di dagehê de êfade da. Bilgin Balanli endamê şûra bilind a leşkeriye.

Dema Balanli derket himber dadgehê bi uslûbek ne baş û dengek bilin li geldadwer axavt. Balanli di axvtina xwe ya dadgehê de got: Li dijî hêzên îekdar şerek qirêj û pîs tê rêvebirin.Dê çerê min ji hir pê de li gel wan kesan bê ku, yên dixwazin serê hêzên çekdar nivz bikin û vê sistema xwe ya qirêj berdewam bikin.
Lê serokê dadgehê got orgeneral, dengê xwe bilind neke û hay ji axavtina xwe hebe.Dadgeh berdewam e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: