Serokkomarê Îraqê Peyameke Pîrozbayî Pêşkêşî Serok Barzanî Kir
Îro bi minasebeta 65 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û ji dayik bûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokkomarê Îraqê birêz Celal Talebanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.
Talebanî ji bilî pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwenî gerim li Serok Barzanî her weha bi rêya Serok Barzanî silav û pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî endamên Serkirdayetiya partiya demokrata Kurdistanê, malbeta Şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê kiriye.
Serokkomarê Îraqê di berdewamiya peyama xwe de diyar kiriye ku, 65 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê hevdeme li gel ji dayik bûna we yê birêz lewre hevdem li gel pîroz kirina 65 saliya partî ji dayik bûna we jî pîroz dikim.
Talebanî di beşeke din ya peyama xwe di gotiye; Serok Barzanî hevdem li gel Partî hun jî weke pêşmergeyeke jêhatî û qehreman di nava xebat û têkoşanê de roleke girîng lîstiye û niha jî hem di asta Kurdistanê û hem jî di asta Îraqê de ev rola han dom dike û bûye xwedan pêgeheke gelek girîng di nava demokrasiya Îraqê de.
Talebanî di dawiya peyama xwe de tekez li ser bihêztir kirina hevpeymaniya steratejîk a di navbera PDK û YNKê de kiriye û daye zanîn ku, bi tenê bi bihêz kirin û berfire kirina hevpeymanî û biratî dikarin xizmeta Gelê xwe û welatê xwe bikin.(KTV)