Civak

Parastinê hewldanek terorîstî têkbir

Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku, hêzên dije Teror yên ser bi asayîşa giştî ya Kurdistanê karîne li Hewlêrê dest bi ser cebelxaneyeke gelek mezin a Terorîstên ser bi tevgera Terorîstiya Ensar Elîslam de bigirin.

Di vê daxuyaniya han de hatiye ku, li gorî zaniyariyan çavkaniya ev cebelxaneya han Parêzgeha Mûsile û terorîstên han jî di nava çend salan de bi rêyên curbicur ev cebelxaneya han ji Parêzgeha Mûsilê veguhastine Kurdistanê û ev cebelxaneya han li Hewlêrê jî damezrandine. Lê ji ber çavdirî û hişyariya hêzên deje teror yên ser bi asayîşa giştî a Kurdistanê û me karî ku, di destpêka vê hefteya han de cîha ev cebelxaneya han îsbat bikin û dest bi ser ev cebelxaneya han de bigirin.

Tê zanîn ku, sala derbasbûyî jî li Hewlêrê cebelxaneyeke mezin ya heman tevgera terorîstî hatiye destbiser kirin û di nava salekî de jî çendîn kes yên ku, peyvendiyên xwe bi wan terorîstan re hebûne hatine girtin û hijmarek ji wan Terorîstan jî ku, ji dest hêzên dije teror reviyane xwe di nava Parêzgehên Cîran yên Kurdistanê de veşartiye û bi berdewamî hewl didin ku, careke din wegerin nava Sînurên Kurdistanê, hedem hewldanên bêdawî yên hêzên dije teror ji bo destgîr kirina wan terorîstên han jî dom dikin.

Ev terorîstên han paşmayiyên tevgereke terorîstîne ku, beriya dû salan ji aliyê hêzên dije terorê ve hatiye hilweşandin û piraniya endamên vê tevgerê jî hatine destgîrkirin.

Dû ji Berpirsên mezin yên vê tevgera terorîstî bi navên Ehmed Ebdulrehîm Ehmed yê bernas bi Ebu Ebwe û Xelîk Ehmed Hemed ku, her dû jî ji aliyê Dadgehê ve hatine xwestin reviyane.

Li wir em weke Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê daxwaz ji tevahiya welatiyên Kurdistanê dikin ku, weke hertim hevkariya hêzên parastina ewlekarî û asayîşa Kurdistanê bikin û bi gehandina zaniyariyan hevkar bin di prosesa dûr xistina teror û aloziyan ji Kurdistanê.
Di dawî de daxwaz ji welatiyan dikin ku, eger her cure zaniyariyek di derbarê ev dû terorîstên han gehêştine destê wan di demeke herî kêm de sazî û dezgehên ewlekarî hayedar bikin.

Ajansa parastina asayîşa Kurdistanê
16.8.2011

(KTV)

 

Hinek weneyên Terorîstan û cebilxaneya ku hatiî dîtin…

 

EHMED EBDILREHÎM EHMED

 

XELIL EHMED HEMED

 

 

 

 

 

Back to top button