Nivîsar

Heke dosyeya Sûsûrlûkê ji nû ve were vekirin…

Îtîrafên Ayhan Çarkın bû sedema girtina hinek kesan. Li gor we, wê doza Susurlukê ji nû ve were vekirin? Heke hûn dixwazin ez ji were pêşî qala bûyerek rastîn bikim.

Sal 1998 bû; Em ji bo vekirina Navenda Yekîtîya Ewropa ya TOBB’ê em diçûn Brukselê. Yek – du sîyasetmedar, rayedarên TOBB’ê û Burokrat û gelek rojnamevan hebû. Di wê demê de kovarên xeberan yên hefteyî gelek eleqe didîyan. Kovara Aktual jî, li ser kesên ku di nav Kocaeli-Sakarya-Bolu yê de hatibû kuştin lêkolînek kiribû.

Piştî ku min kovarê xwend, ez vegerîyam ser hevkarê xwe û min got: “Xwedê neke, rojek ev xebat negîhîje berderîye xanêmê.

Di wê demê de, mêrê xanêmê di ber me de derbas bû û hevkarê min wî da seknandin û min nîşan da û got: “Got qala tiştê ku hişê mîrov nagre dike.” Mêrê xanimê pêşî şaş ma, paşê jî bi destê min girt û min bir pêşîya balafirê cem xanimê, tiştên ku min dixwastin bigotana min li wê jê re got.

Bi min re, cîhaza PALM ku min notê xwe li ser digirtin hebû. Min cîhaza xwe vekir û qetlên ku di sala 1994’an de, Kocaeli-Sakarya-Bolu yê de pêk hatine jê re xwend. Behçet Canturk 14 Çirîya Paşî 1994… Fevzi Aslan û Brazîyê wî Salih Aslan 28 Adar 1994… û yê din: Savaş Buldan, Adnan Yıldırım, Hacı Karay (3 Hezîran 1994)…

Di lîsteya min de înfazên din jî cîh digirtin: Mufetîşî Wezareta Tendrûstîyê Namık Erdoğan (9 Gulan 1994)… Midûrê Nifûsê yê Navçeya Altındaxê Mecît Baskın… Parêzer Yusuf Ekinci (25 Sibat 1994) … Medet Serhat (14 Mijdar 1994) … Faik Candan (2 Çilêya Pêşî 1994)…

Min gotina vê yekê jî got ku ev pêvajo bi kuştina Serheng Ahmet Cem Ersever û hevalê wî Mustafa Denîz tevî evîndara wî Neval Boz dest pêkir. Di 1 Mijdar 1993’an de termê Neval Boz, sibetirê termê Mustafa Deniz, dusibetir jî termê Cem Ersever li sê cihî cûda yên Enqereyê hatin dîtin.

Li min bi nêrînek ku, “çi eleqeya van tiştan bi min ve heye” mêzekir. Dema ku min vê nêrînê dît, min ji nû ve cîhaza xwe ya PELM’ê vekir û xwendina notên xwe berdewam kir. roja 4 mijdarê 1993’an, yanê rojek piştî ku termê Boz, Demir û Ersever hate dîtin. Xanim ew dem di astek bilint ya dewletê de wazîfe dikirin. Xanim derket hemberê raye gel û wisa daxûyan da: “Me lîsteya karsaz û hûnermendên ku PKK ji wan xerac dikre yek bi yek tespît kirîye, emê hesabê vê yekê ji wan bipirsin…”

Qronolojîya berya wê û piştî wî eşkereye… ev roj, rojên herî dijwar ku li dijî PKK tekoşîn didan bûn. Xanim bi niyeta ku pirsgirêkê bi rêya aştî çareser bike dest bi wasîfeyê kiribû. Di wan rojanda daxûyanên wisa didan. PKK jî çalekîyên xwe zêde kiribû, hevalên li dor Xanimê wî bi tekoşîna tûndî îkna kiribû.
Piştî ku Xanim hêrs bû, çavê wî tu kesê nedîtin.

Sal li ser bûhûrî bû. Xanimê encam û têkilîyên di nav kuştina de ji bîr kiribû. Dema ku min kronolojîk ya bûyeran jê re got, min qisaweta ku keta çavê wî dît… Dema ku polîs daneşîna balafirê anons kir, min xwest ku ez ji cem rabim. Rûyî wî spî bibû. Bi destê min girt nehîşt ku ez rabim. Heta ku toterîkên balafirê gihîşte erdê wisa sekinî. Ez jî li cem bûm.

Ez texmîn dikim ku, Xanimê ew dem, hesabê ku di pêşerojê de wê çi were serê wî ne difikirîyan, tiştên ku di paşerojan de hatibû kirin di hişê wî de derbas dibû.
Demek kurt berya ku min îqaza “di pêşerojan de tiştên were serê wî kir” di sala 1997 an de, Kutlu Savaş di rapora Susurlukê de, qala Tîma înfazê dikirin. Serokê Lijneya Teftîş ya Serokwezîr Kutlu Savaş, di raporê de vê pirsê dipirsîyan: “Dewletê emrê înfazê kari bide kî, ev raye bi kî re heye?”

Ez bersiva wî jî bêjim, Savaş wisa bersiv didan: “Ev yek tê zanîn: li herêma OHAL’ê ev raye, gihîştîye heta Serçawîş, Qomîser, heta gihîştîye heta yên ku duh terorîstbûn sibê jî bersûcên potansîyelên.”

Kutlu Savaş di encama lêkolîna xwe de, gihîştîbû qanaata ku Ersever êdî zerar dide. Yanê difikirîyan ku, Ersever vê cezayê heq kiribû, lê înfaz? Di raporê de wisa jî nivisî bû: “Kuştina Cem Ersever û hevlên wî, ti wateya ku, hebûna wan zêdetirê sûdî êdî gihîştîye asta zerarê.”

Îhtîmale ku, înfaza wan tetêkêş Yeşîl pêk anî bû. Em di rapora Susurlukê de vê ya jî dibînin; 2 îtîraf kar ji bo vê operasyonê bi balafirê anîbû Enqereyê, pêştî ku vê wazîfeyê qebûl nekiribû disa wan paşve şîyandibû.

Lê îtîrafên Ayhan Çarkin wê rê li pêvajoya dadgehê veke, ji ber vê, gelo wê dosyeya Susurlukê ji nû ve were vekirin.

Taha Kivanc

 

 

www.xeberenkurdi.com

Back to top button