Civak

Teqîn: 8 leşker hatin kuştin

Îro li hinek bajar û bajarokên Kurdistanê teqîn çêbûn. Du teqîn li nawenda bajarê Colemêrgê çêbûn, piştî vê teqînê polisan 6 kes binçav kirin. Li Dihê qezeya Sêrtê jî mayinek di bin otomobilek ku erzak ji bo eskera dibira teqiya û di encam de kesek sivîl birîndar bû.

Teqîna mezin vê sibê demjimêr 09.00 li devera Çolemergê nêzikî tixûbê Kurdistana başûr pêk hat. Di rêya qarwanek leşkerî de bombeyek hate teqandin û encama vê teqînê de li gora  agahdariyên tên heta niha 8 leşkera jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button