Encumena Wezîran a Iraqê biryar da ku mehane 700 milyar dînar wek deyn ji bo 3 mehan ji Rêveberîya Herêma Kurdistanaê re bê şandin.

Li gor daxuyanîya nivîskî ya Buroya Çapemenîya Serokwezîriyê, Bexda wê ji bo 3 mehan mûçeyên karmendan û xanenişînan wek “qerz-deyn” ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

Li gor vê yekê, Wezareta Darayî ji 2 trîlyon û 100 milyon dînar, ku ji sê bankên dewletê wergirtiye û wek deyn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye terxankirin, wê ji bo 3 mehan her meh 700 milyar dînar bişîne.

Wezareta Darayî ya Iraqê wê deynê van bankayan ji pişka xwe ya bûdçeya sala 2023 ya Herêma Kurdistanê derbixe. Li gor daxuyaniyê, eger pişka Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bûdçeya sala 2023an de têra dayîna deynan neke, wê ji pişka bûdçeya sala 2024ê ya Herêma Kurdistanê û îmtiyazên din bê derxistin.

Hikûmeta Federal û Desteya Çavdêrîya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê hejmara rastî û mûçeyên karmend, alîkarîyên civakî û xanenişîniyê li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin û di nava 30 rojan de pêşkêşî Wezareta Darayî bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: