
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.
Di hevdîtinê de her du alî pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên xwe û pirsa bûdceya Iraqê gotûbêj kirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga avaker ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê destûrê û parastina mafên mirovan kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransa li Iraqê, pêşdebirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên her du welatan di hemû waran de gotûbêj kirin. Her wiha behsa rola Fransa li Iraqê kirin û daxwaza xwe ya kûrkirina peywendiyan anîn ziman.
Her li vê hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
