Wezareta navxwe ya Tirkye daxûyakirin ku, li devera Qulp a Diyarbekirê di encama operasyonekî de 4 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li gora daxûyaniyê hêzên ewlehiya operasyonek hevbeş li devera navçeya Qulpê kirine. Di vê operasyonê de 4 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Wezaret di heman demî de navê kesên jiyana xwe ji dest dayin jî eşkere dike. Li gora daxûyaniya wezîrê navxwe kesên jiyana xwe ji dest dayin evin:

Berpirsê eyalet a Amedê Hulya Demirer (Axîn Muş)

Berpirsê Hêza ferhat li Licê, Cihad Ay (Rohat Pasur)

Çetin Temel (Demhat)

Heja nasnameya kesê çaremîn nehatiye tesbît kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: