Ji %88 piştgiriyê li kandîdadkirina Nêçîrvan Barzanî dikin
Di rapirsiyekê da ku li hersê parêzgehên herêma Herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) û Mûsil û Kerkûkê hatiye kirin, ji %88 ji xelkî wan wîlayetan piştevanîyê li berbijêrkirina Nêçîrvan Barzanî bo postê serokwezîrtiya herêma Kurdistanê dikin.
Rêxistina point ku, rêxistineke kurdistanî ya taybete bi rapirsî û vekolînên stiratejîke, ev rapirsiye encamdaye kut ê de; Ji % 76 ji beşdarbûyên raya wan hatiye wegirtin dibêjin: Nêçîrvan Barzanî şiyan hene hikûmeteka serkeftî birêve bibe.
Di bersiva pirseke din de li dor rizgarkirina hikûmetê ji hizbatyê, ji %71 ji beşdaran gotiye ku ev çende di kabîneya 7 da na hête kirin.
Point 5 pirs ji beşdarbûyan kirine û di bersiva wan da xuya dibe ku, baweriya kurdistaniyan bi Nêçîrvan Barzanî ji berfirehiya cemawerê wî û şiyanên wî hatiye, bi taybetî di warên çareserkirina kirîzan û pirsgirêkên helawîstî mîna yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da ku ji %43 ji wan weha dibînin dê ew bikare wan pirsgirêkan çareser bike.
Di pirsa pişkdarîkirina opozisyonê di kabîneya 7ê da, ji %53 ji pişkdarên rapirsyê dibînin ku, Nêçîrvan Barzanî nikare opozisyonê razî bike ku beşadarî hikûmetê bibin. Lê piraniya beşdarbûyan wisa difikirin ku serokatiya kabîneya 7ê dê rewşa xizmetkarî û pêşkeftinan baştir bike û herwesa dê bikare wan sistiyên di kabîneya 6ê de hebûn serast bike.
Dihête zanîn ku, 1000 welatiyan ji bajarên Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê bersiva pirsên rapirsiya navborî da daye.