Cîhan

Îsraîl li Libnanê berpirsekî Hamasê kuşt!

Hat ragihandin ku li bajarê Sidonê yê li başûrê Lubnanê di êrîşa balafirên artêşa Îsraîlê ya li ser wesayîtekê de berpirsê Hamasê Samir el-Hac mir û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Hizbullah li ser sînor êrîşên bi roketan li dijê Îsraîl berdewam dike.

Îsraîl jî li Lubnanê berpirsê Hemasê Samir el-Hac bi êrişa li ser otomobîla wî kuşt.

Di daxuyaniya ku ji teref Hîzbullahê ve li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê hat dayîn de hat diyarkirin ku, avahiyên leşkerên Îsraîlê li Manara û Kiryat Shmona bi cih bûne bi dehan roketên Katyusha û fuzeyên rêveber hatine xistin.

Di daxuyaniya din a Hizbullahê de hat destnîşankirin ku li baregeha leşkerî ya Lîmanê bi balafireke bêmirov a kamikaze li dijî Tûgaya Rojava ya li baregeha leşkerî ya Lîmanê êrîş hatiye lidarxistin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, artêşa Îsraîlê li xaçerêya Hasbaya ya li nêzî Kampa Penaberan a Eyn El-Helva ya bajarê Sîdonê wesayîtek di rê de gulebaran kir. Du fuze li wesayîta navborî ketin.

Rayedarê Tevgera Hamasê Samir el-Hac ku di wesayîtê de bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşê de 2 welatiyên bi navê Nesîm Nasr û Îman Avda yên li benzînxaneyê li bendê bûn jî birîndar bûn.

Back to top button