Wezareta Navxwe: Em van hemû nûçe û gotegotên derew red dikin
Navenda hevahengiya krîzan red kir ku ti penaber ji ber tirsê ji kampan derneketine û tekez kir ku Herêma Kurdistanê weke navenda pêkvejiyanê û hevpejirandina hevdu dimîne û destên xwe yên mezin ji bo penaberan vedike.
Roja 9ê Tebaxa 2024ê, Navenda Hevbeş a Hevahengiya Kirîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê rewşa mirovî ya li kampa penaberan a ser bi Rêveberiya Xweser a Zaxoyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Piştî belavbûna çend nûçeyên derew di çend dezgehên ragihandinê de derbarê vegera penaberan li kampeke Rêveberiya Xweser a Zaxoyê bi îdiaya tirsa derketina kampê û vegera bo warê xwe li Şingalê, em hemû van derewan red dikin. nûçe Li dijî prensîbên ragihandina agahiyên rast di rojnamegeriyê de ye.
Di heman demê de em hemû rûniştvanên kampan dilniya dikin ku Herêma Kurdistanê hertim navenda pêkve jiyan û hevpejirandinê dê bimîne û hembêzeke mezin ji bo penaberan vekiriye heta ku bi xwebexş û serbilindî vegerin welatê xwe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Kamp cihên sivîlan û qurbaniyan in û bi awayekî baş tên parastin. Karaktera jiyana hevbeş, hevpejirandin û hevdû qebûlkirinê bi ti awayî nayê xerakirin.”
Taybetî di medya PKKê û medya civakî de aligirên PKKê di derbarê rewşa êzîdiyan de nûçeyên derew ragihandin.