Polîtîk

Li Agiriyê yê şeredarê Partiya DEM’ê ji partiya xwe îstifa kir

Mehmet Alî Budak, di Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê de li navçeya Taşliçaya (Avkevir) Agiriyê bi ji sedî 60’ê dengan di DEM partiyê de hatibû hilbijartin.

Di Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31’ê Adara 2024’an de endamê DEM’ê Mehmet Alî Budak weke Şaredarê AVkevirê hatibû hilbijartin. Budak ku piştî wergirtina erka xwe dest bi wezîfeyê kir, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye.

Budak bi bîr xist ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 60 ê dengan wek şaredarê Taşliçayê(Avkevir)hat hilbijartin û wiha got: “Ez wek Mehmet Alî Budak di pêvajoya hilbijartina şaredariyê de jî ji bo sozên ku ji bo gelê Taşliçayê dabûn bi cih bînim. Gelê me jiyana civakî ya adilane û wekhev heq dike. Di vê pêvajoyê de hin kesên di nava Partiya DEM’ê de ku ez namzetê wê me, xizmetên me tên astengkirin. “Ez bi îradeya xwe ji Partiya DEM’ê îstifa dikim da ku xizmeteke wekhev pêşkêşî hemû gelên navçeya xwe ya kozmopolîtîk a Azerî Karapapak, Kurd û hemû welatiyên me bikim.”

Budak destnîşan kir ku ji roja dest bi wezîfeyê kiriye heta niha bêyî cudahî xizmetê ji kesî re bike û wiha dewam kir:

“Hin kes an jî kesên di nava partiyê de bi pêşkêşkirina rêbazên cuda ji bilî xizmeta me ya mebesta me, wek ‘Hûn xizmetê ji gelê X an Y’ re dikin’, ‘Hûn beşdarî protokolan dibin’, ‘Hûn beşdarî cejnên neteweyî dibin’ dibin sedem ku em wextê winda bikin. ‘, ‘Çima hûn wêneyê Serokatî daxin’ û hwd. Dîsa zext li Hevseroka partiyê Cemîle Duman a ku ez jî endama wê me dikim, kirin ku bibe cîgira şaredariyê û pêşniyarên li derveyî qanûnê kirin û gelek caran li wan lêpirsîn hatin kirin.

Budak berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Kes nikare bi gotina kî zilamê kê ye an jî bi bilêvkirina partiyek nêzîk an partiyek dûr mirovan li ser kategoriyan dabeş bike, mafê wergirtina xizmetguzariyê ji kesî re nagire. Çewe ku di xepeşandana ewil de me ala Tirkiye ku em hemû di binde dijîn bilind kir, cardin dê li ser şeredariyê de bê bilind kirin.

Ez di huzûra miletê xwe de bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînim û ji partiya xwe îstifa dikim.

Ez spasî û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî her kesê ku keda wan di proseya hilbijartina sserokatiya şeredariyê de heye, dikim. “Ez ê di pêşerojê de bi awayekî wekhev û adil xizmetê bikim.”

Back to top button