Îsraîl, bajarên Hema û Humsê bombebaran kir..

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê parêzgehên Hums û Laziqiyê yên navendî û rojava bombebaran kiriye.
Roja Sêşemê, 9ê Îlona 2025an, medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê parêzgehên Hums û Laziqiyê derengiya şeva Duşemê bombebaran kiriye.
Çavkaniyên herêmî yên Sûriyê gotin ku, herêma Humsê ji aliyê yekîneyeke artêşa Sûriyê ve hatiye bûye aramanca êrîşekî.
Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê şermezar kir û got ku ew serweriya wê binpê kiriye û li herêmê bêîstîqrarî çêkiriye.
Ji dema hilweşîna hikûmeta Beşar Esed di Kanûna Pêşîn de, artêşa Îsraîlê dest bi bombebarankirina binesaziya leşkerî ya Sûriyê kiriye. Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê ji destpêka salê ve 97 êrîş birine ser Sûriyê , ku 86 ji wan bombebaran û 11 operasyonên leşkerî bûn.
Bombebaranên Îsraîlê di demekê de tên ku berpirsên her du aliyan çend caran civiyane da ku lihevkirinekê bikin. Li gorî medyaya Îsraîlê, ew ê vê hefteyê dîsa bicivin.


