Iraq Tixûbê xwe û Surî asê dike..!
Iraq tedbîrên xwe zêde dike bi pêkanîna xebatên xurtkirinê li ser sînorê xwe yê Sûriyê.
Pisporên aborî û siyasî daxwaza vegerandina peywendiyên Iraq û Sûriyê li ser qonaxekê dikin ku bi rastî atmosfereke erênî çêbike û tekezî li ser asayîkirina pêwendiyên Iraq û Sûriyê dikin.
Tevî têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Iraq û Sûriyê de, pispor di wê baweriyê de ne ku dîwarên betonî yên li ser sînor hevkariya di navbera her du welatan de sînordar dike.
Iraq li parêzgeha Enbarê li ser sînorê Sûriyê dîwarekî betonî bi dirêjahiya 300 kîlometran çêdike da ku rê li ber derbasbûna terorîstan li navçeyê bigire û qaçaxçîtiyê bike.
Tiştê ku rewşê aloztir dike ew e ku Hikûmeta Iraqê ev 60 roj in deriyên sînor li ber bazirganiyê û geştiyaran girtiye. Pisporên siyasî dibêjin ku pêwîst e têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de asayî bibin.
Pisporê ewlehiyê Seyf Saad got, “Divê zimanê dîplomatîk di çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de rola xwe bilîze. Girîng e hikûmeta Sûriyê zimanekî nerm bikar bîne da ku têkiliyên baş bi welatên cîran re deyne û rêz li helwest û îradeya gelê Sûriyê bigire ku çarenûsa welatê xwe li ser rêya avakirina dewleteke rasteqîn diyar bike.”