Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya
Îro danê sibê 14.02.2025 li bajarê Munchenê yê Almanyayê, di çarçoveya beşdariya di Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê birêz Guido Crosetto têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê da, xurtkirina hevkariyên di navbera her du aliyan da û rûbirûbûna metirsiya DAIŞê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bo piştevanî û hevkariyên Îtalyayê yên di warê rahînankirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kit û amaje bi wê yekê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamî pêwîstiya …