Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

Di çarçoveya bernameya karê xwe di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro danê sibê 14.02.2025ê digel birêz Boris Pistorius, Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê civiya û di hevdîtinê da behsa peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û di derbarê metirsiyên DAIŞê û pêşhatên navçeyê bi taybetî li Sûriyê da nêrînên xwe danustandin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştevaniya Almanyayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser giringî û pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya vê alîkariyê kir.

Wezîra Berevaniyê yê Almanyayê, ji aliyê xwe ve, pabendbûna Almanyayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê dûbare kir û bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra ji bo rûbirûbûna terorê bi pêwîst zanî.

Back to top button