Referandum

Iraq piştî 23 salan serjimêriyê dike

Amadekariyên ji bo encamdana serjimêriya seranserê Iraqê ya li meha cotmeha 2020 berdewame. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo vê mebestê li rêya lîjneyek ve guftûgoyê li gel Hikûmeta Iraqê dike.

Di derbarê vê pirsê de Dara Reşîd Wezîrê Plandanana Hikûmeta Kurdistanê dûpat kir ku eger serjimêrî mebesteke siyasî li pişt ve bê, wê demê Hikûmeta Kurdistanê beşdar nabê û red dike.

Her wiha dibêje li gor wê mekanîzma Hikûmeta Herêmê daniye, divê hemû netewe beşa xwe li bûdçeyê da yek alî bikin.

Berî 23 salan li sala 1997 an de serjimêriya giştî di dema Seddam Hisên de hatibû kirin, wê demê Kurdistan derveyê vê serjimêriya hatibû hiştin. Nifusa Kurdistanê bi 3 milyonan hatibû pêşbînî kirin û nifusa Iraqê jî 19 milyon bû.

 

Back to top button