Polîtîk

Serokê Kurdistanê yasaya reforma Kurdistanê îmza kir

Îro yasaya çaksaziya li mûçe, dermale, bexşîn, îmtiyazatan û xanenişîniya li Herêma Kurdistana Iraqê ya jimare 2 yê sala 2020 min wajo kir ku Encumena Wezîran amade kiriye û şandiye Parlemena Kurdistanê û ‌roja 16/01/2020 Parlemen pejirand.

Ev yasa cihê balkêşî û nêrînên çînên cûda cûdayên civakê bûye, ji bo wê yekê ji wê rojê ve bi fermî gihîştiye Serokayetiya Herêmê, şareza û pîsporên li Serokayetiya Herêmê û Encumena Wezîran, gelek bi hûrbîniyê ve nirxandine û aliyan erênî û neyîniyên yasayê bi awayeke babetiyane bi hûrî xistine rû.

Hemû aliyan piştrast dikîn ku me têgihiştineke tevahî ji bo wan balkêşî û têbîniyan heye bi taybetî yên li warê xanenşîniyê da. Tekez li wê yekê jî dikîn ku yasa hengavekî dinê reform û çaksaziyê ye li warê kargêrî û darayiyê da. Bi hemahengî li gel hemû sazî û damezraw û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê jî li hengavên dinê çaksaziya bi navê berjewendiya giştiya gelê Kurdistanê da berdewam dibîn.

Bi vê nêrînê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê radispêrîn heta di demeke guncaw da proje yasaya xanenişîniya yekgirtî ji bo Herêma Kurdistanê amade bike û pêşkêşî Parlemenê bike, bi awayek ku bingeh û pêverên pêkanîna dadperweriyê têda hebê û mûçexuran piştrast bike ku niha û paşarojê jî maf û şayesteyên wan mîsoger û parastî dibin. Her wiha li peyrewa bi cîhkirinê da wan têbînî û pêşniyaran ber çav bigrin ku di derbarê yasayê de xistine rû. Ew kêmasiyên ku li bi cîhkirina wê da derdikevin, dikarin bi hemwarkirina yasa û peyrewê bi cîhkirina wê çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04/02/2020

Back to top button