CîhanRojev

Îran xwe ji êrîşek bi hêz re amade dike..!

Li gora medya amerîkî, Îranê hejmarek welatên ereb agahdar kiriye ku dixwaze êrîşeke bihêz li dijî Îsraîlê pêkbîne.

Li gor rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî plana bersivdana Îranê ya li dijî Îsraîlê  wek destpêka şerekî bihêztir û çekên din pênase kir û dibe ku saziyên leşkerî yên Îsraîlê bi awayekî berfirehtir ji carên borî bike armanc.

Rojnameya Wall Street Journal bi zimanê berpirsekî Îranê belav kir, bersivdana Îsraîlê piştî roja dengdana helbijartinên Amerîkayê dê pêkbê, lê berî destbikarbûna serokê nû dibe.

Karbidestên Îranî û erebî amaje bi wê yekê dikin ku Îranê dîplomatkarên ereb agahdar kirine ku Sipaha Pasdaran bi awayekî asayî dê beşdariyê di bersivdanê de bike, ji ber di êrîşê Îsraîlê de 4 leşker û hemwelatiyekî sivîl hatine kuştin.

Wek hatiye diyar kirin, li gel wê jî beşdariya Sipaha Pasdaran di wê êrîşê de nayê wateya bicîhkirina hêzan, tê wê wateyê ku: ‘’Sipaha Pasdaran nîv leşkerî ye û zêdetir danûstanê li gel mijarên ewlehiyê yên li gel Îsraîlê dike, lê di vê rewşê de tenê meamilê nake beşdarî jî dike.’’

Berpirsekî Misrê ragehand ku Îranê hişyariya taybet daye ku dê bersivdan ‘’Bihêz û aloz be.’’

Vê derbarê de berpirsekî Îranê ragehandiye: ‘’Artêşa me leşker ji dest daye, ji bo wê jî pêwîste bersivê bide.’’ Herwaha gotiye dibe ku Îran axa Iraqê wek beşek ji operasyonê bikarbîne û xuya dike saiyên leşkerî yên Îsraîlê dê bike armanc, lê bi awayekî berfirehtir ji cara berê dê pêkbê.’’

Back to top button