Li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê qeyûm hatin tayînkirin
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta navxwe ve hat dayîn de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di çarçoveya Doza Kobaniyê ya jimara 2021/6an a Dadgeha Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê de ji ber endamtiya rêxistina terorê ya çekdar 10 sal ceza hat birîn. Doza di derbarê Turk de berdewam bû. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê doz heye û herweha Turk ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve weke tedbîr ji postê wî hatiye dûrxistin.
Hat ragihandin ku Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun di çarçoveya xalên 45 û 46’an ên Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393’an de li şûna Tirk weke Alîkarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat tayînkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê Şaredara Êlihê Gulîstan Sonük de ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdar di çarçoveya dosyaya bi hejmara 2023/70 ya Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Êlihê de 6 sal û 3 meh ceza hat dayîn. Serdozgerê Komarê yê Êlihê di çarçoveya lêpirsîna bi jimareya 2023/14816an da ji ber sûcê “propagandaya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Ew jî ji postê şeredariyê hatiye dûrxistin
Şaredarê Halfetiyê yê Rihayê Mehmet Karayilan jî ji ber heman tawanî ji postê şeredariyê hatiye dûrxistin.