Cîhan

Esad ji normalbûnê re ne amade ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan der barê asayîkirina rewşa Sûriyeyê de got: “Bi qasî ku em fêm dikin, ew û hevkarên xwe ne amade ne bi muxalefetê re li hev bikin û asayîkirineke mezin pêk bînin.”

Fîdan ji nivîskara rojnameya Hurriyetê Hande Firat re axivî û der barê rêbaza Tirkiyeyê ya ji bo aramkirina Sûriyeyê de ev nirxandin kir:

“Tirkiye dixwaze ku rejîm û muxalefet çarçoveyeke siyasî ava bikin ku di vê hawîrdora bê nakok de li ser li hev bikin. Girîng e rejîm ligel opozisyonê jîngeheke ewle û aram ji xelkê xwe re peyda bike. Lê belê, bi qasî ku em têdigihin, ew û hevkarên wî ne amade ne ku bi muxalefetê re lihevkirinek mezin bikin û asayîkirinek mezin pêkbînin. Heta niha Esed û hevkarên wî amade ne ji bo çareserkirina hin pirsgirêkan. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê zêde dibin. Ger rêxistina terorîst û pêkhateyên din hewl bidin ku ji vê hawîrdora kaotîk sûdê werbigirin, dibe ku Sûriye ber bi bêîstiqrariyeke mezin ve herê û tu kes vê yekê naxwaze. “

“Mijara sereke ya ku ji bo me hesas e, paqijkirina PKK/YPGê rêxistina terorê ya ku bi piştgiriya Amerîkayê ji sê parên axa Sûriyeyê dagir kiriye. Di her hevdîtinê de em vê yekê tînin bîra hevtayên xwe yên Amerîkî ku divê dawî li hevkariya xwe ya bi rêxistina terorê re li Sûriyê bînin. “Rastiya ku em vê yekê bi hev re nîqaş dikin, dikare wekî nîşanek were şîrove kirin ku,her çend bi nisbî bê jî lê hinek pêşketin çêbîne.”

Li serpirsekî Fîdan di derbarî rêxistina Fethullah Guln de got:

“Ez difikirim ku rêxistin niha ketiye pêvajoya hilweşînê. Rêxistinê ji bilî Tirkiyeyê potansiyela xwe ya xebatê li gelek welatan winda kiriye. Nikarin bingehên nû bi dest bixin. Divê DYA endamên rêxistinê li wir radest bike. Min ji Blinken re got ku divê qanûnên pêwîst li ser axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê werin tetbîq kirin da ku rêxistin li dijî Tirkiyê kar neke. “Dikare were gotin ku bi mirina serokê rêxistina terorê serdemek bi dawî bûye.”


Back to top button