Cîhan
`Ger Trump di hilbijartinan de têk biçe dê encaman qebûl neke`
Şêwirmendê berê yê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton got, eger Kamala Harris di hilbijartinên serokomariyê de bi ser bikeve, Donald Trump van encaman qebûl nake.
Ji hilbijartinên serokatiya Amerîkayê re sê roj man. Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton derbarê hilbijartinan de ji CNN re axivî.
Bolton li ser pirsa gelo eger Trump di hilbijartinê de têk biçe ewê encaman qebûl bikin yan na? Bolton weha bersiv da: “Na, ez wisa nafikirim û divê em ji bo vê yekê amade bin,”
Li gorî rapirsînên heyî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, pêşbazî mil bi mil berdewam dike.